Friday, June 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

DYA-Talîbanê hevdîtin kirin

31/07/2018
in Uncategorized
A A
DYA-Talîbanê hevdîtin kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Hevdîtina veşartî ya navbera dîplomateke payebilind a DYA’yî û nûnerên Talîbanê li Dohayê pêk hat. Hate ragihandin ku ‘işaretên gelekî erênî’ ji hevdîtinê derketine.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Reutersê, çavkaniyekî ku tevlî hevdîtinê bû ragihand, hevdîtina navbera dîplomata payebilind a DYA’yî û nûnerên Talîbanê ‘işaretên gelekî erênî’ daye û biryar hatiye dayin ku hin hevdîtinên din jî bên kirin.
Hevdîtin di navbera Nûnera Taybet a DYA ya Başûrê Asyayê Alîce Wells û nûnerên Talîbanê pêk hat. Rojnameya Wall Street Joûrnal ev hevdîtin ragihand, lê hîn bi awayekî fermî nehatiye piştrastkirin.
Kesê ji Reutersê re axivî ku cihê xwe di nava delegasyona ji çar kesan a tevgera Talîbanê de cih digirt, ji bo hevdîtinê got, “işaretên gelekî erênî da” û “di atmosfereke dostane de pêk hat.” Hate ragihandin ku hevdîtin li oteleke li Dohayê pêk hatiye.
Berpirsyarê Talîbanê got, “Di vir de mirov nikare qala danûstandinên aştiyê bike” û wiha dewam kir: “Ji bo destpêkirina danûstandinên fermî, pêwîstî bi hin hevdîtinan hene. Me biryar dan ku di demeke nêz de ji nû ve li hev rûnên û şerê Afgan bi rêya diyalogê çareser bikin.”
Li gorî heman çavkaniyê, ji ber israra tevgera Talîban hevdîtin bêyî nûnerekî hikumeta Afgan pêk hat.
Li paytexta Qatar Dohayê buroyeke siyasî ya Talîbanê heye. Di navbera Talîban û Amerîkiyan de mehên dawî du hevdîtinên din hatibûn kirin.
Rojnameya New York Tîmesê îdîa kir ku DYA plan dike, herêmek berfireh a nifûsa xwe kêm e ji Talîbanê re bihêle. Li gorî rojnameyê, bi saya vê taktîkê wê hêzên Afgan giraniyê bidin ser parastina bajarên Kandahar, Kûndûz û Kabûlê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye
CIVAK Û JIYAN

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye

19/06/2026
Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî
CIVAK Û JIYAN

Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî

19/06/2026
Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir
CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir

18/06/2026
Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû
NÛÇE

Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû

17/06/2026
Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê
CIVAK Û JIYAN

Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê

17/06/2026
MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE
HAJMARA PDF

MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE

17/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.