Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Armanca dewleta Tirk têkbirina Rêveberiya Xweser e’

06/01/2024
in NÛÇE
A A
‘Armanca dewleta Tirk têkbirina Rêveberiya Xweser e’
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Siyasetmedar Fîras Qesas diyar kir ku armanc ji êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û xirabkirina jiyana wê ya civakî ye. Qesas bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişan spart berjewendiyên siyasî.

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serokê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê û muxalifê sûriyeyî Fîras Qesas girêdayî êrişên dewleta tirk û armanca êrişan diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrişan têkbirina projeya demokratîk û xirabkirina jiyana civaka wê ye û got: ” Serketina tecrûbeya Rêveberiya Xweser derbeyek li hemberî nirxê navnedî û îdeolojîk ê rejîma Tirk e, her wiha helwesta rejîma Tirk a li hember Abdullah Ocalan lawaz dike û rêyî wî yê lawaz aşkera dike.”

Qesas da zanîn ku dewleta Tirk binesaziyê dike armanc da ku di aliyê xizmetguzarî û aborî de zerarê bighîne xelekê û nehêle geşkirineke li herêmê pêk were.

’Hevpeymana civakî ezmûnek e mîna wê li Rojhilata navîn pêk nehatiye’

Fîras Qesas bal kişand ku êrişên dewleta Tirk ên hemwextî erêkirina Peymana Civakî hatin kirin xwedî gelekî nîşaneyan e û wiha pê de çû: “Ev êriş hêrs û bêçarebûna dewleta Tirk li hemberî pêşketina ezmûnên di rêya pêkanîna civaka demokratîk de nîşan dide. Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze nameya bighîne pêkhateyên civaka Rêveberiya Xweser ku dê wan bixe rewşeke bê hêviyê. Ev armanc dê tu carî bi ser nekeve.”

Qesas erêkirina Hevpeyama Civakî ji aliyê tevahî beşên civakî û siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ’Serketineke şênber û girîng û gaveke pêwîst di rêya pêkanîna armancên avakirina civakeke komînal û demokratîk de” nirxand. Qesas da zanîn ku di civakên Rojhilata Navîn de mîna vê ezmûnê pêk nehatiye.

‘Civaka navneteweyî girîngiyê dide berjewendî û hesaban’

Qesas bal kişand ser helwesta civaka navneteweyî ya li hember êrişên dewleta Tirk û wiha got: “Helwest nagihêje asta rêzgirtina li hemberî rêgez û qanûnên navneteweyî. Helwesta civaka navneteweyî sar e û helwesta bêxemiyê ye.  Em hemû dizanin ku hêzên navneteweyî zêdetir elaqeyê didin navendên hêz, hesab û berjewendiyan. Dema rewşek li dijî rêgezan bin, mixabin hêzên navneteweyî berjewendiyên xwe esas digirin û rêgez, an qanûn an jî pîvanên girêdayî çanda mafên mirovan û nirxên gerdûnî binpê dikin.”

Herweha girêdayî heman mijarê ji parêzeran banga bidawîkirina êrişan hate kirin. Parêzeran diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên dijmirovî dike û hirmeta olan binpê dike.

Endamê Yekitiya Parêzeran a Kantona Reqayê û endamê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Xalid El Hesen êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û got: “Dewleta Tirk a dagirker li gel hedefkirina binesazî, jêderên enerjî û dibistanan, birayên me yên Xiristiyan di roja cejna Neolê de dike hedef. Ev êriş binpêkirina hurmeta olan e.”

Xalid El Hesen bang li tevahî rêxistinên hiqûqî û navneteweyî kir ku êrişên dewleta Tirk ên dighêjin asta sûcên şer bibînin. El Hesen da zanîn ku li gorî madeya 8’an a Mîsaqa Romayê êrişên li ser binesazî, zarok, jin û nexweşxane sûc in.

Hiqûqnas Xalid El Hesen bang li rêxistinên hiqûqî kir ku erkên xwe yên exlaqî û mirovî pêk bînin. Her wiha bang li gelên Sûriyeyê kir ku ji bo piştgiriyê bi xelkê Bakur û Rojhlatê Sûriyeyê re dakevin qadan, zextê li raya giştî ya navneteweyî bikin ta Erdogan were darizandin.

‘Li gorî tevahî qanûnên navneteweyî sûcên şer in’

Endamê Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Salih Selame got: “Di rojên wiha de ku divê em bi aştî bijîn, dewleta Tirk tevahî rêbazên aştiyê binpê kirin, binesaz û jêderên enerjiyê bombebaran kirin û hinek kes şehîd xistin. Li gorî qanûn û pergalên navneteweyî ev êriş sûcên şer in.”

Selame bang li NY, Dadgeha navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku dawî li hovîtî û pozbilindiya dewleta Tirk bînin û got: “Wekî parêzer û hiqûqnas em van kirinên hovane ên digihêjin asta sûcên şer bi tundî şermezar dikin.”

Parêzer Ebdullah El Eryan jî da zanîn ku hedefkirina binesaziyên wekî ceyran, nan û ava vexwarinê ziyanê dide gel. El Ereyan ev bang li tevahî parêzer û hiqûqnasên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê bi giştî kir: “Em doza xwe û doza gelê Sûriyeyê bi gelemperî bi cîhanê bidin fêmkirin. Doza Sûriyeyê asê maye û tu pêşketin di derbarê wê de tune ne. Divê parêzer doza Sûriyeyê ya zehmet bi cîhanê bidin fêmkirin.”

Herwiha girêdayî heman mijarê Endamê Malbenda Hizba Kominîst a Kurdistanê ya li Silêmaniyê Saman Zîndanî destnîşan kir ku wek Hizba Kominîst a Kurdistanê li dijî hemû dagirkerî û êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê ne û wiha got: “Ev êriş ji bo tunekirina gelê Kurd parçeyek ji komployekî navneteweyîne.”

Di nava sala 2023’an de dewleta Tirk a dagirker di her têkçûna xwe ya beramberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de, bi awayekî dijwar qadên niştecihbûnê û xizmetgûzariyê yên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bombebaran kir ku encamê de bi dehan welatî şehîd û birîndar bûn. Di encama êrişan de 712 dibistan xwendinê rawestandin û 5 dibistan jî ji êrişan ziyan dîtin. Li ser vê yekê 89 hezar û 418 xwendevan ji xwendinê bê par man.

Endamê Malbenda Hizba Kominîst a Kurdistanê ya li Silêmaniyê Saman Zîndanî, di derbarê êriş û bombebarên li ser Kurdistanê giştî axivî û wiha got: “Wek Hizba Kominîst a Kurdistanê em li dijî hemû dagirkerî û êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê ne. Ev yek cihê xemgîniyêye ku raya giştî ya navneteweyî bêdenge û sînorek ji dewleta Tirk re diyar nake ku van êrişan rawestîne. Ev êriş ji bo tunekirina gelê Kurd parçeyek ji komployekî navneteweyîne.”

Saman Zîndanî di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze bingeha aborî û navendên xizmetgûzariyê yên ku jiyana mirovî li serin pûç bike û neteweyek ji holê rake, lê di asta navneteweyî de ti rêgiriyek lê nayê kirin.

Her wiha Zîndanî da zanîn ku di destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek ji bo raya giştî belavkirin ku sînorek ji bo êrişan were danîn û êdî xelkê sivîl neyê hedef girtin.

Li gorî amarên fermî, ji sala 2015’an heta niha 160 welatî li Başûrê Kurdistanê di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker de şehîdbûne û 250 kes jî birîndar bûne. Her wiha zêdetirî 200 gund hatine valekirin û metirsiya valebûnê li ser 600 gundan din jî heye.

Her wiha li gorî bîlançoya beşa çavdêrî û belgeya, tenê di sala 2023’an de dewleta Tirk a dagirker 930 caran êrişî 711 deverên niştecihbûnê, 53 kargehên aboriyê, 52 cihên Hêzên Sûriya Demokratîk û 65 cihên hêzên hikûmetê kiriye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.