Rojnameya Ronahî

Gelo pêwîst e yekîtiyên rewşenbîr û nivîskaran bibin yek..?

Kemal Necim

Bi salan e ku mijara pirbûna sazî û yekîtiyên rewşebîran li Rojavayê Kurdistanê di rojeva rewşenbîr û nivîskaran de ye. Pirsa ku dikeve rojevê jî ew e, çima nivîskar û rewşenbîr di bin banê saziyekê de nayên birêxistinkirin. Di pêvajoya salên derbasbûyî de der barê mijarê de çend hewildan û civîn û gotûbêj hatin lidarxistin lê tenê mane di çarçoveya nirxandin û gotûbêjê de.

Dawiya sala derbasbûyî Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK`ê Nehemîn Mihrîcana Rojava ya Çand û Hunerê lidar xist. Di nava bernameya mihrîcanê de hewil hate dayin ku vê mijarê careke din têxin rojevê û dihate payin ku bi beşdariya nûnerên çar saziyên rewşenbîr û nivîskaran panêleke berfereh bête lidarxistin. Mixabin ku di roja dê panêl lê hatiba lidarxistin de dewleta Tirk a dagirker êrîş li dijî herêmê û bi taybet bajarê Qamişloyê pêk anîn, HRRK`ê jî neçar ma ku çalakiyên mihrîcanê li cihê ku gihiştibû rawestîne. Lê di wê kêliya ku pêwîst bû panêl hatiba lidarxistin de, li ber navenda HRRK`ê dîsa nûnerên her çar yekîtiyên rewşenbîr û nivîskaran kom bûn û li dijî êrîşên dagikeriyê daxuyanî dan û helwesteke hevbeş bi perpirsyarî û welatperwerî nîşan dan.

Em vegerin mijara xwe. Di rewşa heyî de li Rojavayê Kurdistanê 4 yekîtiyên rewşenbîr û nivîskaran ên çalak hene, her wiha çend saziyên din hene lê ji ber ku li welêt ne çalak in hebûna wan pir diyar nabe. Lê gelo bi rasît pirbûna van saziyan pirsgirêk û arîşe ye, lê rewşeke asayî û normal e.

Ji ber ku mijara parçebûn û belavbûna siyasî di nava civaka Kurdan û tevgera siyasî ya Kurdî de bûy girêkeke bi êş û derd, doz û daxwaza yekîtiyê bi dehên salan bûye daxwaz û hêviya Kurdan, bi sedan helbest û stranên ku doza yekîtiyê dikin hatine ristin, her wiha bi dehan hewldanên yekîtiyê jî hatine pêkanîn. Vê rewşê bandora xwe daye qadên din ên jiyanê jî, lewma çîna rewşenbîrî ya Kurd ji mijara parçebûn û pirbûna saziyên rewşenbîrî dilgiran in. Li gorî vê çînê sedemên vê parçebûnê jî siyasî û bîrdozî ne û dibînin ku her saziyek girêdayî aliyekî siyasî yan ê bîrdozî ye.

Pir diyar e ku behremendî û afrêneriya ramyarî yan wêjeyî û hunerî tiştên takekesane ne. Ango mirov dibêje filankes behremend û afrêner e, lê mirov nikare bêje filan yekîtiya rewşenbîran afrêner û behremend e. Her wiha alîgiriya siyasî û bîrdozî jî helwesteke takekesane ye, lewra mirov nikare bêje filan yekîtî çepgir e û filan rastgir e, eger wilo bibe ew nabe yekîtiya rewşenbîr û nivîskaran lê dibe rêxistineke siyasî ya girêdayî aliyekî siyasî.

Pêwîste erk û delametên saziyên rewşebîrî pêşxistin û geşkirina çand û wêje û kelpûr û ramanê be. Her wiha birêvebirina kar û barên kesên ku bi van mijaran mijûl in. Eger ev sazî van erkan pêk tînin û qada afrêneriyê û behremendiyê ferhed dikin, asta wêje û çandê bilind dikin, wê çaxê endamên van saziyan alîgirên kîjan aliyê siyasî û bîrdozî bin dê ne pirsgirêk be. Her wiha dê diyar bibe ku pirbûna saziyên rewşenbîrî jî ne pirsgirêk û arîşeyeke mezin e, berovajî wê dibe ku bibe egera pêşketin û geşkirina qada çand û wêjeyê.