Rojnameya Ronahî

Bîranînek Sêvê Demîr

Farûk Sakik

Pêvajoya çareseriya pirsa Kurd a salên 2012-2015’an de hat bidawîkirin. Û ji nû ve polîtîkayên tundiyê yên ‘Plana Têkbirinê-Çokdanînê’ xistin meriyetê.

Li ser vê yekê di sala 2015’an de Kurdan li Bakurê Kurdistanê rêveberiyên xweser îlankirin. Şer dest pê kir û piştî demekê jî dewletê qedexeyên derketina derve yên li bajaran îlan kir. Kurd bi barîkatan dixwestin pêşî li van êrişan bigirin. Dewleta Tirk a dagirker êrişî van barîkatan kir. Gelê herêmê di parastina cewherî de bû. Rojên dijwar bûn û hin kes jî ji derve li hewara wan dihatin.

Yek ji herêma derketina derve hatibû îlankirin Silopiya bû. Dema ku di 15’ê Kanûna 2015’an li navçeya Silopiya derketina kolanan hat qedexekirin, 3 jinên kurd, 3 şoreşger, Sêvê Demîr, Pakize Nayir û Fatma Uyar jî li hewara wan hatibûn.

Di 4’ê Çileya 2016’an de 3 jinên kurd, 3 şoreşger, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar li navçeya Silopiya ya bajarê Şirnexê de hatin qetilkirin.

Dijmin ew wek hedef girtin û bi sûîqestê ew şehîd xistibûn.

Ji panzêrekî hatin gulebarankirin. Birîndar bûn lê nehiştin mudaxleya tibî were kirin û li cihê bûyerê ji ber zêde xwîn ji wan çûbû, şehîd ketin.

Di rojên berxwedana xweser a Silopiya de Sêvê behsa bîranîneke xwe dikir. Digot:“Dema di nav barîkatên navçeya Silopiya de dimeşiyan, zarokek di dest wî de çek û nêzî Sêvê dibe. Ji Sêvê yek lîre dixwaze. Sêvê, dema ku di çentê xwe de li pere digere yek lîre nabîne. Bala wî çokaleteyek dikişîne û dixwaze bide vî zarokî. Lê ew çalakvan dibêje, ma qey ez zarok im ku tu çokalete didî min. Ez di barikatan de nobedê digirim. Dema Sêvê jê pirs dike, lê tu çima yek lîre dixwazî? Bersiva ez ê ji dukanê yek cigareyekî bistînim perê min tune.”

Mînakek 1 lîre ya din jî hebû; Sakip Sabanci dewlemendekî herî mezin ê Tirkiyê bû. Rojek di bernameyek tv de behsa bîranîneke xwe dikir. Digot: “Min rojek cuzdanê xwe wenda kir. Dema ku em lê digeriyan telefonek hat û got cuzdanê te li gel min e were bigire. Dema em çûn gel wî, me dît hertişt di cuzdan de weke xwe maye. Tu tiştek wenda nebûye. Dest nedabûnê.  Min pere teklîf kir qebûl nekir û yek lîre ji min xwest. Min pirs kir, çima yek lîre? Got, min ev yek lîre deyin kir ku ez telefonî te bikim. Piştî vê diyalogê ev zarok girt cem xwe û di şîrketên xwe de kar da wî. Piştî dem û salan ev zarok bû berpirsyarê şîrketan.

Holdinga sabanciyan roj bi roj mezin bû. Roj hat me dît karê bazirganiya çekan dikin. Bi tucarê çekan ê navdar Adnan Kaşikçi re dest bi bazarganiya çekan kiriye.

Zarokê ku Sabancî nas kiribû û anîbû şîrketa xwe, di bazirganiya çekan de berpirsyar bû. Çekên di encama vê bazarganiyê de bi dest diketin, di kuştina kurdan de dihatin bikaranîn.

Zarokê ku Sêvê di barikatên Silopiya de nas kir jî mezin bû û ji bo ku ji şahidiya şahadeta 3 jinên şoreşger kiribû, bû gerîla. Li hemberî çekên holdinga Sabanciyan û ji bona ku mirovahiyê biparêze şer dikir.

 

Ew zarokê dilpak û paqij di nav sîstema xwe de helandin. Ji kesayetiya wî ya roja ku ew cuzdan dît, dûr xistin.

Ew zarokê ku Sêvê di barîkatan de nas kir jî mezin bû û kesayeta xwe diha pêşve xist. Di nav tevgera azdiyê de bi ramanên Rêber Apo fêrî têkoşîna ji bo azadiya mirovahiyê bû.

Ji herdû zarokan yek bû çekfiroş yek jî bû azadîparêz.