Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mirina Sozdar siyasî ye û dewletên dagirker berpirsyar in

03/01/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr pale

Qirkirina çandî û fêzîkî sala 2018`an li dijî gelê Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat dest pê kirin. Malbatên ku li bajar û gundên Efrînê mane çarenûsa wan ketiye destê dewleta Tirk û çeteyên wê de. Rêbazên herî zêde ku vê civakê ji aliyê madî û manewî ve qir bike, didin bikar anîn. Dest datînin ser mal û mulkên wan, darên zeytûnan ku ji bo gelê Efrînê pîrozin ji kokê radikin, hemû şûnwarên Efrînê ku nûnertiya hemû çandên Rojhilata Navîn dikin, dizîn û firotin. Tirkiyê û çeteyên wê hewl didin ku erdnîgariya Efrîn a pîroz ku nûnertiya hemû gelan dike, veguherînin çoleke ziwa û mirî. Malbatên Efrînê kirêtiya çeteyan û dewleta Tirk qebûl nakin û dema dixwazin li ser xaka xwe bimînin rastî polîtîkayên gelekî qirêj tên, êdî ne tenê polîtîka imha û înkarê li ser wan didin meşandin, bi darê zorê berê wan didin koçberiyê. Civakî û exlaqî buyerên ku civakê aliyê ruhî û fêzîkî ve hêdî-hêdî bukjê diqewim in. Komî tecawizkirina jinan, revandin û kuştina wan, avêtina cenazeyên jin li ber rêkan, mirovên ixtiyar işkence kirin û ew di bin işkencê de kuştin, ev hemû buyer ji berê zêdetir bûne û civaka Efrînê ya hatiye dagirkirin roj bi roj tê qir kirin.

Hejmarek ji malbatên Efrînê ev bûye 6 sal li herêma Şehba li kampa Serdem, Berxwedan û Veger dimîn in. Civakî, siyasî, aborî û ji hemû aliyan ve li ber xwe didin. Bi riya çalakiyên siyasî her tim têdikoşin ku herêma Efrînê ji dagirkirina Tirkiyê û çeteyên wê rizgar bibe û vegerin ser xaka xwe. Malbatên Efrînê yên li Efrînê dimînin her tim di encama polîtîkayên Tirkiyê de rûbirûyî qirkirinê tên, li herêma Şehba jî ji ber dorpêça hikûmeta Şamê ya siyasî û leşkerî zextekî aborî yê mezin li wan tê kirin. Li herêma Şehba ji derveyî Rêveberiya Xweser tu rêxistinên navnetewî bi gelê Efrînê re nabe alîkar, ji xwe hikûmeta Şamê ji bo zextê li ser Rêveberiya Xweser bike Şehba û Şêx Meqsûd her tim dorpêç dike. Hikûmeta Şamê destûr nade ku alîkarî derbasî Şêx Meqsûd û Şehba bibe. Gel jî li hemberî dorpêçê têdikoşe û hewl didin ku serma, şert û mercên demsala Zivistanê bandorî li ser wan nekin. Mirovên temen mezin dibe ku sermayê tehemûl bikin lê ixtiyar û zarok tehemul nakin û jiyana xwe ji dest didin. Herî dawî zaroka 3`ê salî Sozdar Hesen ji ber sermayê nexweş dikeve. Ew ji gundê Tirindê yê Efrînê ye û malbata wê li kampa Serdemê dimîne. Malbata Sozdar gelekî hewl didin ku tedawiya wê bikin lê canê Sozdar nexweşiyê tehemul nake û jiyana xwe ji dest dide. Malbata Sozdar û civaka wê wefata wê qebûl nakin; ji ber ew di encama sermayê de miriye, ango mirina wê siyasî ye. Mirina siyasî ji exlaq û qanûnê dûr e, tu civak nikare vê yekê qebûl bike, ji ber wê roja 1`ê Kanûnê 2023`an wê her tim ji malbat û civaka Sozdar Hesen re rojeke bi lanet be.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.