Şervanên YPG’ê li Efrînê bi çalakiyên bi bandor derbên giran li dagirkeran dixin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê li ser çalakiyên 26-27’ê Tîrmehê yên li dijî hêzên dagirker daxuyaniyek da û ragihand ku 11 leşker û çeteyênd dewleta Tirk hatine kuştin.
YPG’ê diyar kir ku li Efrînê di encama çalakiyên wan de 11 leşker û çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê li ser çalakiyên 26-27’ê Tîrmehê yên li dijî hêzên dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:
“Hêzên me roja 26’ê Tîrmehê li cihekî navbera gundên Basilê û Gobelê yên navçeya Şêrawayê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê kirin. Di encamê de 5 leşkerên di wesayita zirxî de bûn hatin kuştin û wesayita leşkerî jî hate rûxandin.
Roja 27’ê Tîrmehê hêzên me li dijî dagirkerên li navenda bajarê Efrînê çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di encama çalakiyê de 5 çeteyên ku qaşo navê ‘polîsê leşkerî’ li xwe kirine û leşkerek hatin kuştin.
Yekîneyên me heman rojê li gundê Qeretepe yê Efrînê li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê çalakiyek kirin. Li ser encama vê çalakiyê agahiyeke zelal bi dest neket.”
HEJMARA KUŞTIYÊN DAGIRKERAN: 2538
Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi çalakiyên dawî re hejmara leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên ji destpêka êrîşên dagirkeriyê ve hatine kuştin bû 2538.






