Rojnameya Ronahî

Bêlançoya oprerasyonên li dijî şaneyên DAIŞ’ê û bazirganên madeyên hişbir

Navenda Nûçeyan/ Qamişlo

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bîlançoya operasyonên xwe yên li dijî şaneyên DAIŞ’ê, istîxbarata Tirkiye,  komên girêdayî hikumeta Şamê û bazirgan û karhênerên madeyên hişbir eşkere kir.Bîlançoya operasyonên li dijî şaneyên DAIŞ’ê

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bîlançoya operasyonên xwe yên li dijî şaneyên DAIŞ’ê, istîxbarata Tirkiye û komên girêdayî hikumeta Şamê aşkera kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 92 şane bêbandor kirine

Li gor daxuyaniya ku li ser malpera xwe parve kiriye, hêzan da zanîn ku di 2023’yan de wan 92 şane ji hev xistine, jê 19 şane yên istîxbarata dewleta Tirk a dagirker, 43 ên çeteyên DAIŞ’ê, 14 ên komên girêdayî hikumeta Şamê û 4 şaneyên çeteyên Artêşa Wetenî ya Sûriyeyê ne. Her wiha 289 kes girtin, 121 madeyên teqemeniyê hatin betalkirin. Ji wan 49 li kantona Cizîrê, 30 li kantona Reqayê, 17 li kantona Dêrazorê, 18 li kantona Tebqayê, 2 li kantona Firatê û 5 li kantona Minbicê ne.

Têkoşîna li dijî madeyên hişbir

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bîlançoya 2023’yan a têkoşîna li dijî madeyên hişbir weşand.

Li gorî bîlançoyê, Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbir hezar û 946 dosyayên têkildarî madeyên hişbir vekirine, 3 hezar 300 kes (172 bazirgan, 2 hezar û 165 bikarhêner, 963 belavkarên madeyên hişbir) hatin girtin. Her wiha hate diyarkirin ku 74. 557 kîlogeram kirîstal, 415. 32 kîlogeram heşîş, 428 şitilên heşîş (gihayê hişbir), 159 çixareyên heşîş, 648. 582 hebên hişbir, mîlyon û 636 hezar û 401 hebên captagon, 7.742 kîlogeram eroîn, 160 gram kokaîn, 107 paketên heşîş, 684 gram qembez, 21.907 derziyên hişbir hatin desteserkiriBi giştî Hêzên Ewlekariya Hundirîn di sala 2023’yan de 3 hezar û 300 bazirgan, bikarhêner û belavkarên madeyên hişbir girtine.