Rojnameya Ronahî

Abdullah Ocalan ji bo hemû pirsgirêkên civakê riya xelasiyê ye

Navenda nûçeyan

Ji tevgera Gemeîrsam Kampfenê Rûa Fîtko, diyar kir ku paradîgmaya Abdullah Ocalan îlhamê dide wan û got ku “ Abdullah Ocalan, jin di serî de ji bo hemû beşên civakî ji bo pirsgirêkên ku em dijîn, rêyeke xelasiyê nîşan dide.”

33 meh in agahî Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin ku 24 sal in li Girava Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de ye. Abdullah Ocalanê ku mafên wî yên hevdîtinê ji destê wî hatiye standin û bi rewşa bêragihandinê ya mûtleq re rûbirû dimîne. 10’ê Cotmehê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bi daxuyaniyeke hevpar li 74 navendên cîhanê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hate destpêkirin.

Piştgiriya ji bo vê pêngavê ji beşên civakî yên cuda yên cîhanê berdewam dike. Dema ku qeyranên Modernîteya Kapîtalîst roj bi roj mezin dibin, beşên civakî yên li ser paradîgmaya Abdullah Ocalan weke rêya derketina ji van qeyranan gav bi gav mezin dibin. Abdullah Ocalan û fikrên wî ji bo kesên di qadên cuda de têdikoşin çavkaniya îlhamê ye. Endama Tevgera Gemeîrsam Kampfenê ya li Elmanyayê, Rûa Fîtko têkildarî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî ” û girîngiya paradîgmaya Abdullah Ocalan nirxandinên pir giring kirin.

‘Abdullah Ocalan ji bo qeyrana cîhanê çareseriyê pêşkêş dike’

Rua Fîtko diyar kir ku paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Abdullah Ocalan ji bo fêmkirina krîzên li cîhanê û sedemên wan girîng e û got, “Tevî ku paradîgmaya Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn û Mezra Botan pêşketibe jî, ev paradîgma ne tenê bi pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê re têkîldar e, lê ji bo qeyrana ku cîhan tê de ye jî çareseriyê pêşkêş dike. Mînak ev paradîgma ji bo welatê min Elmanya jî çareserî û perspektîfekê pêşkêş dike. Di heman demê de rêyek alternatîf ji krîzên ku ji hêla gelên Elmanyayê ve tê jiyîn pêşkêş dike.”

Fîtko got ku, “Paradîgmaya Ocalan di heman demê de rê dide me ku em xwe weke kesayet fam bikin” û wiha domand: “Bi saya fikrên Abdullah Ocalan em dikarin xwe ji nû ve pênase bikin. Ew Rêberekî girîng e.”

‘Divê em bi hev re têbikoşin’

Rua Fitko destnîşan kir ku Abdullah Ocalan li hemberî pergalên serdest alternatîfeke girîng pêşkêşî civakan dike û got, “Em tenê nikarin bi îdeolojiyên netew-dewlet ên îro serdest in ve girêdayî bin. Ya rast rêyeke duyemîn jî heye, Abdullah Ocalan di pirtûkên xwe de behsa vê rêya duyemîn dike. Bi gotineke din, rêyekê dide me ku civakên xwedî nirxên demokratîk dikarin bijîn. Abdullah Ocalan pêşkeş dike ku pergaleke bêdewlet, bêdesthilatdar çawa dikare bê avakirin. Paradîgmayên Abdullah Ocalan ne tenê rêbazek ji bo têgihiştina rastiya pergalên ku em tê de dijîn, di heman demê de ji bo ku di nava civakan de têkiliyek xurt were avêtin derfetek e. Abdullah Ocalan balê dikişîne ser girîngiya rêxistinbûna civakî ya li derveyî dewletê. Dewletên netewe her tim me bi nasname, zayendperestî, yanî cudahiyên me ji hev vediqetînin. Li hemberî van divê em hevpariyên xwe xurt bikin. Weke tevgerên li deverên cuda yên cîhanê, divê em têkiliyên di navbera xwe de xurt bikin û bi hev re têbikoşin.”

‘ Abdullah Ocalan ji bo jinan perspektîfên girîng derdixe holê’

Rua Fîtko bal kişand ser girîngiya fikrên Abdullah Ocalan ên ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Jinan û got, “Li gorî min tişta ku nêrînên  Abdullah Ocalan ji bo tevgerên jinan girîng dike ew e ku ne tenê pêşniyaran dike, di pratîkê de jî bersivê dibîne. Abdullah Ocalan tenê nabêje divê jin xwe birêxistin bike, bi qasî ku ez ji Abdullah Ocalan fêm dikim hewl dide jinan fêm bike û çawa ku jinan fêm dike daxwazên jinan şênber dibe. Ew pêdiviyên jinan baş dibîne û di vê xalê de li ser rêxistina wan perspektîfên girîng pêşkêş dike. Em van tiştan li deverên cuda yên cîhanê nabînin. Di vê wateyê de paradîgmayên Abdullah Ocalan ji bo jinan xwedî cihekî pir taybet e.

Di salên dawî de têkoşîna jinan li cîhanê gelekî zêde bûye. Lê di heman demê de bihêzbûna pergalên faşîst û baviksalarî jî heye. Li aliyê din bi paradîgmayên Abdullah Ocalan em dikarin li hember her cure polîtîkayên li dijî jinê tê pêşxistin bibin bersiv.”

‘Dema ku paradîgma tê fêhmkirin daxwaza azadiya ji bo Abdullah Ocalan mezın dibe’

Rua Fîtko jî destnîşan kir ku şert û mercên giran ên tecrîda li ser Abdullah Ocalan ji bo wan nayên qebûlkirin û destnîşan kir ku pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî ” divê ji aliyê hemû beşên civakî ve bê qebûlkirin. Rua Fîtko got, “Ev pêngava ji bo azadiya Ocalan ne tenê bi pêşniyara tevgera Kurd destpê kir. Ev pêngav di encama têkiliyên dawî yên ku bi beşên cuda yên civakî re hatin avakirin û pêş ket. Ji ber ku van beşên cuda yên civakî  Abdullah Ocalan fêm kirin, pêşniyar kirin ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan pêngav bê meşandin. Ev pêngav beriya her tiştî di encama bersivdayîna paradîgmaya Abdullah Ocalan a di nava gel de derket holê. Mirov çiqasî Abdullah Ocalan fêm bike, ewqasî hembêz dike û azadiya wî dixwaze. Min heta niha pêngavekî wiha mezin a azadiyê nebihîstiye. Divê ev kampanya heta ku encam bistîne hîn zêdetir were hembêzkirin û berfirehtir bibe.”

‘Dema ku Abdullah Ocalan azad nebe civak azad nabin’

Rua Fîtko bal kişand ser girîngiya azadiya Abdullah Ocalan a ji bo jinan û got, “Divê azadiya Abdullah Ocalan ji bo jinan xwedî girîngiyeke mezin be. Bi taybetî em jinên li Ewropayê divê baş bifikirin ka şert û mercên tecrîda li ser Abdullah Ocalan ji bo me tê çi wateyê. Divê em qebûl nekin ku ramangerekî girîng ê azadiya jinê di girtîgehê de ye. Azadiya Abdullah Ocalan û azadiya jinan bi hev ve girêdayî ne. Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe, civakên mexdûrên pergala ku em tê de dijîn nikarin azad bibin.