Rojnameya Ronahî

Xêr û Şer

Sîpan Şînda

Nirxên civakî di nava demê de têne hûnandin û di nava demê de dipijin. Her civakekê li gorî şiklê jiyana xwe, bîr û baweriyên xwe, șiklên têkiliyên xwe, erdnîgarîya xwe ji xwe re nirxan çêdike û di nava demê de jî her nirxekê ji xwe re qalibekê digire.

Di rastîyê de civak ji nirxan pêk tên û ew bi nirxên xwe li ser piya dimînin. Nirxên civakan jî ji bo wan pîroz in û ew ji nivşan dewrî nivşan dibine. Bê goman, nirx her tim weke xwe namînine û di nava demê de ew ji têne guhertin. Nivşên civakê li gorî nêrînên xwe guhertina têxine wan, ji ber ku gelek tişt li nivşên nû xerîb, yan jî bê wate têne. Gelek caran hinek nirx di nava demê de ji nava civakê radibine. Bi taybetî ji di serdema nûjen, ya paşnûjen û ya teknolojîyê de ev guhertin zêdetir û leztir çêdibine. Ji ber ku bi saya serê alavên teknolojîk û bikaranîna wan, civak gelek di bin bandora êkûdû de dimînin. Ji ber van alavan, nivşên nû jî ji guhertinê re vekirîtirin, ji ber ku ew tim bi teknolojîyê ve mijûlin û çav li êkûdû dikine. Lê belê hinek nirx jî hene ji hinan cudatirin û girîngtirin. Mînak nirxên jêre têne gotin xêr û şer.

Xêr û şer du peyvên bi wateyî dijberî hev in dema ev herdu peyv bi hevre bêne bikaranîn, dibe biwêjek û wate û girîngiya nirxên civakî dide. Xêr û şer, weke biwêj, rastiya jiyana civakî tîne ziman. Ango rojên xweş û nexweş. Jiber wê, bi hevrebûyîna xêr û şeran de, ji bo civakê giring e. Dema mirov ji hevdûre dibêjine ‘Em li ser xêr û şerê yêkin’, ev tê wateya ku ew kes di rojên xweş û nexweş de li cem hev in. Girêdaneke wan ya ji dil heye û dema belayek, nexweşîyek di ser aliyekê de tê alîyê din jî wan tenê nahêle û xema wan parve dike. Mînak mirin, qeza, nexweşî tiştên xirab in ku mirovan xemgîn dikine. Dema mirîyek yê mirovî çêdibe, yan mirov nexweş dikeve, yan jî qezayekê derbas dike, tê dît dost û heval û xizim hemî li ser mirovî de hatin û xema mirovî parve kirin. Dîsa di dema xwazgîniyan de, şîranî, taştê û dawet û şahîyan de jî hezkiriyên êkûdu diçine cem êkûdu û keyf û şahîyên xwe bi hev re parve dikine. Herweha di rojên xweşî de jî, mirov van kesan li dora xwe dibîne. Lê bi ferqekê, di rojên şeran de, ango dema nexweşî li ser mirovî de tê ew kesên ku têne li cem mirovî ji ber xwe têne, ango li hawarê têne, lê belê dema têne li ser xêrên mirovî, mirov wan vedihewîne.

Tinê nehêlana êkûdu di xêr û şeran de, ji bo herkesê weke peywirekê ye. Dema yek ji herduyan de, bê sedem mirov ne li cem hevdu bin, mirov xwe li himberî hevdu sûcdar dibînin û bi wijdanî nerihetin. Ji ber ku li gorî wan, ewan peywira xwe pêk neanîne û nirxên civakî binpê kirine. Ango ne li gorî nirxên civakî hereket kirin sûcek e wijdanî ye. Jixwe sûcê herî mezin jî ew e ku wijdana mirovî bi êşîne.  Ji niha ve sala nû li we hemiyan pîroz be.