Rojnameya Ronahî

7 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin

Hêzên ewlekariyê yên Iraqê li wîlayetên Diyala û Selahaddînê 7 çeteyên DAÎŞ’ê kuştin.
Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya Ewlekariya Iraqê, li navçeya Samra ya wîlayeta Selahaddînê, di operasyona dijî çeteyên DAÎŞ’ê de 4 çete hatin kuştin. Li bajarokê Cezîrê jî çeteyekî DAÎŞ’ê bi saxî hate girtin.
LI DIYALAYÊ 3 ÇETE
HATIN KUŞTIN
Alîkarê Fermandarê Operasyona Diyalayê Hesen Mihemed got, li Diyalayê di operasyonê de 3 çeteyên DAÎŞ’ê hatine kuştin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku operasyon li navçeyên Encane û Sîndî yên herêma Memrînê hatiye meşandin û 3 çete hatine kuştin.