Rojnameya Ronahî

Dagirker xweza Efrînê dişewitînin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê yên ku êrîşên qirker û dagirkeriyê yên li ser Efrînê dike, vê carê jî xwezayê qetil dike. Çeteyan li gundê Hec Hesna ê girêdayî navçeya Şiyê ya Efrînê bi sedan darên zeytûnan şewitandin.
Artêşa Tirk û çeteyên wê yên dagirker li gundê Hec Hesna ê girêdayî navçeya Şiyê ya Efrînê bi sedan darên zeytûnan şewitandin.
Qetlîam, talan, destdirêjî û destavêtina artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser welatiyên sivîl ên Efrînê ji bo guhertina demografiya herêmê bê navber dewam dike. Vê carê jî artêşa Tirk û çeteyan berê xwe da dîrok û qetilkirina xwezaya herêmê. Çeteyan bi sedan darên zeytûnan ên li gundê Hec Hesna a girêdayî navçeya Şiyê ya Efrînê şewitandin.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku şewat gihiştiye geliyê nêzî gund û her diçe belavî herêmê dibe.