Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Revandina Silêman Ehmed kiryareke derqanûnî ye’

30/12/2023
in NÛÇE
A A
‘Revandina Silêman Ehmed kiryareke derqanûnî ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Reşo Mihemed/Qamişlo

Endamê Yekîtiya Parêzerên Kantona Cizîrê Xalid Umer da zanîn ku PDK’ê bi hincetên ji rastiyê dûr rojnamevan Silêman Ehmed revand û wiha got: “PDK’ê bi revandina Silêman Ehmed kiryareke derzagonî kir.”

Ev bû 67 roj  ku edîtorê Rojnwesê, Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin. Silêman ji Efrînê ye û piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve diçe Başûrê Kurdistanê û li Silêmaniyê di nava xebatên ajansa Rojnwes de karê rojnamegeriyê dike. Di roja 25’ê Cotmehê de û dema Silêman Ehmed xwest di heman riya tê re derbasî Rojava bû vegere ser kar xwe, lê li deriyê Sêmalka ji aliyê PDK’ê ve hat revandin. Piştî revandina wî bi çend rojan asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyekê ji rastiyê dûr ragehand ku wan Silêman Ehmed revandiye. Ji dema revandina wê ve û heta niha PDK’ê nahêle ne malbat û ne jî parêzer wî bibînin.

Têkildarî revandina Silêman Ehmed endamê Yekîtiya Parêzerên Kantona Cizîrê Xalid Umer ji rojnameya me re axivî.

‘Girtina rojnamevan Silêman Ehmed kiryareke derzagonî ye’

Parêzer Xalid Umer diyar kir ku PDK’ê bi hincetên bêbingeh rojnamevan Silêman Ehmed bi kiriyareke dijî dadweriyê binçav kir û wiha got: “Weke em dizanin Silêman Ehmed piştî ku serdana malbata xwe kir û ji Rojava vegeriya Başûrê Kurdistanê, PDK’ê wî bi hinceta ku li dijî kurdperweriyê kar dike, revand. PDK’ê bi vî awayî bi hincetên nerast, rojnamevan Ehmed da girtin, ger wisa ye çima dema ku berî serdana malbata xwe bike, vê biryarê di derheqê wî de bide?. Lê tekez e ku PDK’ê bi vê biryarê karekî istxbarî dike û hinceta ku Silêman Ehmed li dijî kurdperweriyê kar dike, dide pêş. Parêzeran xwestin ku hevdîtinê bi rojnamevan Silêman Ehmed re çêkin, dadwerê Dihokê, erê kir ji bo xwesteka hevdîtinê, lê esayîşa Başûr nehişt ev hevdîtin pêk were. Lewma em dibînin ku biryara revandin û tecrîdkirina Silêman Ehmed kiryareke dûrî mafê mirovan e. ”

‘PDK û AKP’ê heman kiryaran derheqê rojnamevanan de dikin’

Umer da zanîn ku PDK û AKP’ê heman siyasetê di warê hedfgirtin, revandin û binpêkirina rojnamevanan de dimeşîmin û wiha domand: “Ger mafê rojnamevanan parastî ba, pêwîstî bi girtina Silêman nedikir.  Vaye hat girtin, divabû têklî di navbera wî û parêzeran de nehata qutkirin, lê heta niha PDK’ê nehiştiye malbat û parêzerên Silêman Ehmed hevdîtinan çêbikin. Li gorî danezana cîhanî ya mafê mirovan bi xala xwe ya 9’an, 10’an, 11’an û hwd… ku ger mirovek were girtin çênabe were tecrîdkirin. Herwiha divê parêzerek ji wî mirovî re were destnîşankirin û çênabe ew mirov bê hebûna parêzerê xwe bersiva pirsekê bide. Lê kiryarên PDK’ê li Başûrê Kurdistanê di warê rojnamevanan de û bi taybet revandin û tecrîdkirina Silêman Ehmed binpêkirina mafên mirovan e. Di heman demê de tê xuyakirin ku çiqasî PDK’ê û dewleta Tirk a faşist di warê hedefgirtina rojnamevanan de mîna hev tevdigerin. Ji xwe eşkere ye  ku dewleta Tirk a faşit di îşkencekirin û binçavkirina rojnamevanan de li ser asta cîhanê nimûneya herî berçav e. ”

  ‘Divê sendîqayên rojnamevaniya Başûr bi erkê xwe rabin’

Parêzer Xald Umer destnîşan kir ku divê sendîqayên rojnamevaniyê yên Baûr ji bo azadiya Silêman Ehmed û hemû rojnamevanan bi erkê xwe rabin û wiha anî ser ziman: “Îroj Silêman Ehmed di bin tecrîdeke giran de ye û çarenûsa wî ne diyar e. Heta ku Silêman Ehmed ji bin tecrîda girankirî derkeve, parêzer û malbata wî, hevdîtinê pê re çêbikin, pêwîst fişar li ser PDK’ê û hikumeta Başûr were kirin. Ev yek jî erka sendîqayên rojnamevaniya Başûr û Îraqê, rojnamevanên bêsînor e û pêwîste daxwaziya azadiya Silêman Ehmed û hemû rojnamevanên din bikin. Ger ku hikumeta Başûr û PDK’ê derfetê bidin parêzeran wê parêzer destwerdanê ji bo dadewriya Silêman Ehmed bikin û bi erkê xwe rabin. ”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.