Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bîlançoya sala 2023’yan ya êrîşên dagirkeriya Tirk

30/12/2023
in NÛÇE
A A
Bîlançoya sala 2023’yan ya êrîşên dagirkeriya Tirk
Share on FacebookShare on Twitter

Reşo Mihemed/ Qamişlo

Îsal dewleta Tirk a dagirker nêzî 650 caran bi awayekî hovane êrîşî tevahiya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Di encama van êrîşan de  47 sivîl û 62 şervanên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd ketin û zêdetirî 34 navendên xizmetguzarî û binesaziya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatin ruxandin.

Dewleta Tirk a dagirker bi destpêka sala 2023’an re mîna sala borî êrîşên xwe li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam kir.

Dewleta Tirk a dagirker bi berfirehî bi rêya firokên cengê, diron û herwiha çekên giran êrişên xwe yên hovane li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji nû ve dest pê kir. Dewleta Tirk a dagirker da ku siyaseta koçberkirin û birçîkirinê, di heman demê de tirsê bixe nav gelan,  jêderên jiyanî û binesaziya Rêveberiya Xweser armanc girt. Li gorî Ragihandina QSD’ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şopandina rojnameya me ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker re encamên êrîşên dagirkeriya Tirk yên sala 2023’an yên li ser herêmê wiha bû:

Hejmara êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên Çileya 2023’an 55 hedef bûn 42 bi çekên giran 2 caran bi doşkayê û 9 caran bi dronê bûn.

Di enncamê de jî şervanekî QSD’ê şehîd bû û 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û yek jî birîndar bû.

Di Sibatê de jî 22 hedefên cuda li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatin pêkanîn. Dagirkeriya Tirk 11 caran bi çekên giran 3 caran jî bi çekên sekvaniyê. Mayînek teqandin û 2 caran bi dronan êrîş kir.

Di encama van êrîşan de jî şervanekî QSD’ê, kalemêrekî 70’î salî û kedkarek şehîd ketin. Di heman demê de 8 kesên sivîl birîndar bûn, di nav wan de 2 jin jî hebûn.

Di Adarê de jî hejmara êrişên dagirkeriya Tirk 21 êrîş bûn û 19 caran jî bi çekên giran û 3 caran bi çekên sekvaniyê, mayînek da teqandin û 2 caran bi dronan êrîş kir.

Di Nîsanê de 25 êrîş pêk hatin 23 caran bi çekên giran û 2 caran jî bi dronan Herwiha zêdetirî 1130 topên hawan, tank û mûşekan, gelek herêm hatin armanc kirin. Dagirkeriya Tirk komkujiyek li gundê Eyn El-Ebd yê girêdayî Til Temirê pêk anî, di encamê de 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 2 zarok jî birîndar bûn. Herwiha xebatkarên tenduristiyê yên ku ji bo alîkariya tendurstî ji sivîlên ku erebeya wan li ser rêya Eyn Îsa ya nêzî gundê Debsê wergeriya, re pêşkêş bikin, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate hedefgirtin û şervanekî QSD’ê jî şehîd bû.

Herwiha di meha Gulanê de dewleta Tirk a dagirker 18 caran êrîşî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, 14 caran bi çekên giran 2 caran bi çekên kilêş û sekvaniyê û 2 caran bi dronan kir.

Di encama van êrîşan de jî şervanekî QSD’ê û şervanê Hêzên Parastina Kampa Holê şehîd ketin. Di heman demê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn, herwiha 4 zevî hatin şewitandin.Di meha Pûşberê de 69 hedef, 33 caran bi çekên giran, 14 caran bi çeka kilêş û sekvaniyê, herwiha mayînek hat teqandin 18 caran bi dironan lêdan çêbû.Di encama van êrîşan de, 11 şervanên QSD’ê şehîd ketin 7 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 7 jî birîndar bûn di heman demê de 3 zevî hatin şewitandin.

Di meha Tîrmeh de 45 hedef, 40 ji wan biçekên giran 5 caran bi dronan lêdan çêbûDi encama va êrîşên hovane de jî 4 endamên hêzên xweparastinê şehîd ketin, Ekîbeke tenduristiyê hate hedefgirtin û 2 kes birîndar bûn.

Herwiha 3 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan, yek ji wan zarok bû û 8 kesên din jî birîndar bûn û 3 zevî jî hatin şewitandin.

Di meha Tebaxê de 67 caran û 18 caran bi dronê di encamê de jî 7 şervan şehîd ketin. Herwiha 4 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan, ji wan jineke bi temen mezin bû.

Di heman demê de jî 4 şervan û 14 kesên sivîl birîndar bûn, ji wan 2 zarok û rojnamevanek.

Di  meha Îlonê de jî  hejmara hedefên ku bi çekên giran pêk hatin 177 cih bûnû 8 caran jî bi dronê lêdan çêbû.

Dagirkeriya Tirk li gundê El-Şerqa yê bajarokê Silûk komkujiyek pêk anî û di encamê de 3 kesên sivîl şehîd ketin û 3 sivîlên din jî birîndar bûn.

Herwiha ekîbeke telfezyona JIN TV hate hedefgirtin û di encamê de ajokar jiyana xwe ji dest da û rojnamevanek jî birîndar bû.

Di heman demê de jî 10 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan yek  ji wan girêdayî Erka Xweparastinê bû û 5 şehîd jî endamên QSD’ê bûn.

Êrîşên ku di meha Cotmehê de pêk hatin 132 êrîş bûn, 82 caran bi çekên giran û 50 caran bi firokên bêmirov. Di encama van êrîşên hovane de jî 29 ji hêzên Dijî Madeyên Hişbiriyê şehîd ketin û 28 endam jî birîndar bûn. Di heman demê de jî 2 hêzên QSD’ê û 6 endamên Asayîşê, 10 kesên sivîl şehîd ketin û 20 kesên sivîl jî birîndar bûn. Dagirkeriya Tirk 34 navendên xizmetguzariyê û binesaziya herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ruxand.

Di meha Mijdarê de jî 27 êrîş pêk hat, 11 caran bi firokên bêmirov, carekê jî bi çekên sekvaniyê. Di encamê de şervanek şehîd ket û 2 şervanên din jî birîndar bûn û 4 kesên sivîl jî jiyana xwe ji dest dan, 21 birîndar bûn di navde du zarok bûn.

Êrîşên dawiyê yên meha Berfenbarê yên herî dijwar bûn ku li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê rûdan û herî zêde bajarê Qamişlo û gund û navçeyên girêdayî wê kirin hedef.

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên hewayî yên di 23’ê Berfanbarê de bi armanca tirsandin û qirkirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dabû destpêkirin, ku heta 26’ê Berfanbarê jî ev êrîş berdewam kirin. Di van êrişan de dagirkeriya Tirk nêzî 50’î caran êrîşî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, 7 caran bi firokên cengî û 33 caran bi dironan ev êriş hatin kirin.

Di encama van êrîşan de jî 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 18 kesên din jî birîndar bûn. Di heman demê de 2 nexweşxane, navendeke tendirustiyê ya şuştina gurçikan, kargeha helberîna oksijênê, stasiyonên elektirîkê, benzînxane û hwd… hatin hedefgirtin.

Di encama êrîşên hovane li ser sitasiyonên elktrîkê de, zêdetirî 2 hezar û 600 gund û bajar bê elektrîk man.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.