Friday, June 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

DYA’yî bi dizî bi Talîbanê re hevdîtin kir

30/07/2018
in Uncategorized
A A
DYA’yî bi dizî bi Talîbanê re hevdîtin kir
Share on FacebookShare on Twitter

Li gorî îdîaya rojnameya New York Timesê, rêveberiya DYA’yê bi rengekî dizî bi Talîbanê re hevdîtinek kir.
Li gorî nûçeya ji aliyê rojnameya New York Times ve hate weşandin, nûnerên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Talîbanê, li Qatarê bi rengekî dizî li hev rûniştin.
Li gorî îdîaya rojnameyê, nûnera taybet a başûrê Asyayê ya DYA’yê Alîce Wells û gelek dîplomatên Amerîkî, hefteya bihûrî bi du nûnerên Talîbanê re rûniştin.
Rojnameyê di nûçeya xwe de îdîa kir ku li ser qedandina şerê navxweyî yê li Afganîstanê hatiye axaftin û diyar kir ku Wezareta Karên Derve ya DYA’yê negotiye ku ev hevdîtin derew e. Di brîfîngeke çapemeniyê ya wezaretê de hatibû gotin ku Alîce Wells serdana Qatarê kiriye.
Ji rayedarên Afgan Ataûllah Salîm jî diyar kir ku haya wî ji hevdîtineke wiha nîne, lê hevdîtinên bi vî rengî divê werin kirin.
NYT’ê beriya çend hefteyan ragihandibû ku Serokê DYA Donald Trûmp hin dîplomatên payebilind wezîfedar kiriye ji bo yekser bi Talîbanê re rûnên.
Rêveberiya DYA’yê heta niha li dijî hevdîtina bi Talîbanê re bû.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye
CIVAK Û JIYAN

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye

19/06/2026
Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî
CIVAK Û JIYAN

Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî

19/06/2026
Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir
CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir

18/06/2026
Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû
NÛÇE

Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû

17/06/2026
Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê
CIVAK Û JIYAN

Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê

17/06/2026
MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE
HAJMARA PDF

MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE

17/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.