Rojnameya Ronahî

Belgeyên saziyên Rêveberiya xweser ne bi Kurdî ne…. çend têbînî

Kemal Necim

Di deh salên dawî de, li Rojavayê Kurdistanê, yek ji qadên ku guherîn û geşedaneke mezin lê çêbû, qada fêrbûna bi zimanê Kurdî bû. Geşedan û pêşketina ku di qada zimanê Kurdî de çêbû ewqas bi bandor û mezin bû ku mirov nikare rewşa niha û ya berî deh salan berawerdî hev bike. Çawa ku berî deh salan ji sedî kêmî yekî kurdan dikarî bi Kurdî bixwîne û binivîsîne, lê niha bi deh hezaran xwendekar li dibistan û peymangeh û zanîngehan bi zimanê dayikê dixwînin û dinivîsin, her wiha piraniya beşên civakê jî bi alîkariyê sazaiyê cuda fêrî xwendin û nivîsîna bi zimanê Kurdî bûn.

Perwerdeya zimanê Kurdî, her wiha fêrbûna xwendin û nivîsîna bi zimanê Kurdî, têra pêşîgirtina metirsiyên windabûna ziman nake, eger ku ziman bi stûnên bi hêz neyê asêkirin, weke bikaranîna zimanê Kurdî di hemû warên jiyanê de û hemû dezgehên rêveberiyê, perwerdeyê û kargêriyê de û têvedana xwendekaran ji bo bikaranîna zimanê Kurdî di hemû astên xwendinê de, ji seretayî heta zanîngehê. Pêşxistina metodên hînkirina zimanê kurdî bi rêya hêsankirina rêzimanê. Her wiha pir girîng e ku zimanê Kurdî bibe zimanê rojane yê hemû sazî û dezgehên ragihandinê. Girîng e jî ku zimanê axaftina rojane û dan û standinên rojane yên çalakiya civakî û dan û standina sûk û bazarê jî bi Kurdî be.

Lê ji qadên pir girîng ku pêwîst e zimanê Kurdî weke zimanê sereke lê bête bikarnîn, qada sazî û dezgehên fermî yên Rêveberiya Xweser e. pir pêwîste ku hemû saziyên Rêveberiya xweser bi hemû dezgeh û meclisan, di dan û standin, belge, name, birayr, giştîname bi zimanê Kurdî pêk bînin, li kêleka zimanê Erebî ku ew jî li gorî Hevpeymana Civakî zimanekê fermî yê sereke ye.

Weke tê zanîn ku hemû desgeh û desteyên Rêveberiya Xweser rojane bi dehan belge, biryar, name û giştînameyan dertînin, çi ji bo têkiliya rasterast bi gel re, çi di têkilya navxweyî ya saziyan de. Lê di nava deh salên dawî de her mijara ku dezgehên Rêveberiya Xweser di çapemenî û nivîsa xwe de zimanê Kurdî bikar nayîne bûye cihê rexne û dilgiraniyê.

Daxuaynî û belgeyên rêveberiyê piranî bi zimanê Erebî der tên, eger carna jî li kêleka wê bi zimanê Kurdî bêne derxistin jî, pir bi kêmasî û şaşiyên ku nayê pejirandin dertên.

Bê guman dema ku mirov hewl û xebatên Rêveberiya Xweser ên geşkirin û pêşxistina zimanê Kurdî binêre, her wiha guhpêdan li perwerdeya bi zimanê Kurdî û vekirin û rêvebirina bi hezaran dibistan û peymangeh û zanîngehan û çapkirina bi milyonan pirtûkên pwerwerdeyê, eger mirov li van hemû tiştan binêre, dê bibîne ku rêveberiya xweser pabend û girîdayî bikaranîna zimanê Kurdî ye. Anku mirov dikare bêje ku qelsî û kêmasiya nekaranîna zimanê Kurdî di saziyên rêveberiyê de, ne helwest e, lê tuneyî ye. Diyar e ku rêveberiyê guh nedaye ku kesên pispor ku karibin belgeyên saziyan bi zimanê Kurdî derînin, erkdar nekirine, yan kesên ne pisopr erkar kirine, lewma yan zimanê Kurdî bikar nayinin, yan jî bi şaşî û kêmasî bikar tînin. Wê demê çareseriya vê kêmasiyê pir hêsan e. pêwîste Rêveberiya Xweser di dîwanên hemû dezgeh û saziyên xwe de pisporên xwendin û nivîsîna bi zimanê Kurdî erkdar bike. Di vê derbarê de dikare alîkariyê ji deseya pwerwerdeyê yan jî ji Sazaiya Zimanê Kurdî SZD`ê bixwaze.