Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Zimanê Kurdî nasnameya gelê Kurd e

21/05/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Zimanê Kurdî nasnameya gelê Kurd e
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên Qamişlo

Salên dûrûdirêj li dijî zimanê kurdî polîtîkayên hilandinê bi rêbazên cuda hatin meşand, lê bi têkoşîna gelê Kurd zimanê Kurdî zindî ma û xwe ji hilandinê rizgar kir. Di roja îro de zinmanê kurdî bi awayekî berbiçav pêş dikeve û li ser sata cîhanî tê nasîn. 

Ji dema raghandina Kongreya Netewî ya Kurdistanê sala 2006’an Roja Zimanê Kurdî, her sal gelê kurd vê rojê bi çalakiyên cûr bi cûr pîroz dikin. Ev yek bi hewildan û pêvajoyên salên dirêj pêk hat, piştî hewildanên dagirkeran ji helandin û tunekirina zimanê kurdî û heta roja me ya îro zimanê kurdî pêşketineke berbiçav û balkêş di hemû waran de derbas dibe.

15’ê Gulanê weke Roja Zimanê Kurdî hate raghandin, ji ber ku yekemîn car hejmara kovara“Hawar” ku ji hêla Celadet Bedirxan li Şamê hatibû avakirin; di 15’ê Gulana 1932’an hate derxistin.

Zimanê Kurdî hebûn û nasnameya gelê kurd e 

Zimanê kurdî zimaneke xwedî taybeymendiyeke bi bandor e, ew zimaneke ku bi eslê xwe vedgere Mezopotamiya. Tevî zehmetiyên mezin di seranserî dîrokê de ji hêla dagirkerên erdnîgariya Kurdistanê rû bi rû dima, da ku zimanê kurdî li hember helandinê pêk bînin di riya siyaseta tirkkirin, erebkirin û farskirinê. Lê ji ber xurtbûna wê û xwedîderketina kurdan bi zimanê xwe bû yek ji pêwistiyên hebûna kurdî û doza wê ya mafdar.

Zimanê Kurdî li Rojhilata Navîn, wekî yek ji zimanên herî kevin tê hesibandin, ku dergûşa şaristaniya mirovahiyê ye. Zimanê Kurdî ne tenê zimanê herî kevin e, lê di heman demê de yek ji zimanên herî dewlemend e jî. Tevî hewildanên asîmîlekirinê jî, berevajî gelek zimanên ku di nava zexta welatên dagirker de hatin hilandin, wê heta roja îro hebûna xwe ya xurt parastiye.

Vejîna zimanê Kurdî di bin siya Şoreşa Rojava de pêk hat

Li Sûriyê jî piştî rûdana şoreşê, Şoreşa Rojava şoreşa zimanê kurdî bû. Zimanê kurdî li Sûriyê çewisandî bû, lê di demeke kin de bû zimanê perwerdeyê, dibistan, peymangeh û zanîngeh hatin vekirin, minhacên perwerdeyê hatin amadekirin, pirtûk hatin çapkirin herwiha mamosteyên pispor ji zimanê kurdî ji refa yekemîn heta pêvajoyên zanîngehê bi awayekî herî baş hatin perwerdekirin.

Tevî rewşa şer û terora li derdorê ku bi awayekî zêde belav dibe herwiha êrişên dewleta Tirk her demekê li ser herêmê, lê vê yekê qet bandor li ser şoreşa zimanê kurdî nekir, tenê nifşên nû bi zimanê kurd bixwîne, binvîsîne û bihizire bese. Vejîna rastîn a zimanê Kurdî di bin siya Şoreşa Rojava de pêk hat.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.