Hemza Sêvo/ Qamişlo
Erebê Şemo di deriyaya wêjeya Kurdî ya serdema 19’an de yek ji navdartirîn wêjevanên Kurd e. Wî bi derxistina romanên xwe, bi taybet a Şivanê Kurmanca bûye pêşengê romanivîsên Kurdan. Li nik vê sifeta nirxdar jî, nivîskarê Kurd Erebê Şemo xizmeta çîrok, şano û çapemeniya Kurdî kiriye.
Erebê Şemo di nav dîroka wêjeya Kurdî de bi xebata xwe ya nivîskariyê tevî jiyana hejartiyê, bûye pêşeng û stêrkeke berz di romana Kurdî de. Wî çavê xwe li jiyaneke hejar li ser xaka Kurdistanê vekiriye û heya dawiya jiyana xwe bûye kedkarê wêjeya Kurdî, roman li pêş xistiye, wêje û çanda Kurdî parastiye û nûjen kiriye. Herwiha di 21’ê Gulanê de gelê Kurd salvgerên koçkirina wî bi bîr tînin.
Jidayikbûn û xwendin
Ew di sala 1897‘an de li li gundê Susuzê yê li navçeya Qersê ji dayik bûye (Qersê wê demê di bin serweriya Impratoriya Rûsî de bû). Ew ji malbateke şêxên Êzîdiyan bû. Şemo di sala 1913‘an de dema ku 16 salî bû derbasî paletiyê dibe. Erebê Şemo ji bilî zimanê Kurdî wî bi Rûsî, Tirkiya Osmanî, Yûnanî, Ermenî, Gurcî, Elmanî, Azerî dizanîbû. Erebê Şemo di biçûkatiya xwe de perîşan bû, lewma di dibistanên Rûsan de wek xizmetkar dixebitî. Li wê dibistanê bi alîkariya mamosteya dibistanê hînî nivîsandinê dibe. Mamosteya dibistanê dibîne ku Şemo gelek jêhatî ye, wî derbasî dibistanê dike û Eebê Şemo wiha dest bi perwerdeya xwe dike.
Leşkerî û destpêkirina xebata wergerê
Erebê Şemo jiyaneke zehmet derbas dike û gelek caran li malên dewlemendên rûsan, ermenan û gelên din dixebite û neçar dimîne ku zimanê wana hîn bibe. Lewma jî ji bilî zimanê Kurdî, zimanê Rûsî, Ermenî,Trkî, Yewnanî, Azerî, Elmanî û Gurcîkî. Leşkerên rûs dema gundên Kurdan digerin rastî Erebê Şemo tên û dibînîn ku Erebê Şemo bi gelek zimanan dizane biaxive, lewra wî wek wergervan digirin nava artêşa Rûsiyayê. Wê demê kesên wisa pir kêm bûn. Erebê Şemo ji sala 1914’an heya 1916’an di arteşa Rûsan de xebata wergerandinê di navbera Rûs û gelên din de dike.
Elifbeya Kurdî Afirand
Karê ku zimanzanê bi navê ‘Orbelî’ di warê elfbeya Kurdî ya latînî dabû destpêkirin ji 1925’an û bi şûn ve, êdî ji aliyê Ishak Marogulov û Erebê Şemo ve hat temamkirin û sala 1927’an de hat pêşkêşkirin. Dibe ku Margulov û Şemo ji bo wê xebatê bi hev re şêwirdarî kiribin, xebata wan ya hevpar ne li ser amadekirina alfabeyê bûye, lê bêtir li ser amadekirina pirtûkekê dersên xwendina Kurdî bû ku ji xwe îroj di arşîvan de ew pirtûk dikare were peydakirin û navê her duyan jî li ser e. Cerdoyê Genco yê berpirsiyarê rojnameya Rya Teze di gotara xwe ya piştî mirina Marogulov de behsa serboriya xwe ya naskirina Marogulov dike û dibêje ku sala 1925’an wî ew li Axbaranê nas kiriye û wê demê Marogulov alfabeya Kurdî ya latînî nîşanî wan daye û gotiye ku ev sih sal in ku ew li ser dixebite. Piştî pejirandina fermî ya alfabeya Marogulov ya 1929’an gellek Kurd kêfxweşiya xwe nîşan dan.
Tîrêja rojê da romana Kurmancî
Ew yekemîn romana kurdî ye ku sala 1930’î ji aliyê Ishak Margulov ve hatiye çapkirin. Di sala 1935’an de jî li Gurcistanê ji aliyê weşanxaneya hikumetê ve hate çapkirin. Di romanê de jiyana civakî ya gelê Kurd û zehmetiyên civaka Kurd bi awayekî realîst vedibêje. Ev berhem ji ber ku di romannivîsîna Kurdî de yekemîn e di wêjeya Kurdî de, bi taybet wêjeya Kurmancî. Çendîn nêrînên cuda hebin li ser ziman, elifbeya ku pê hatiye nivîsîn û naveroka wê, hem jî şêwazê nivîsîna romanê, lê vê romanê di nava qada romana Kurmancî de, şoreşeke wêjeyî ya romana Kurmancî afrand. Pê re jî Romana Şivanê Kurmanca bû pêşenga romana Kurmancî. Erebê Şemo bi vê gavê, bandorek li gelek wêjevanan kir ku berê xwe bidin şaxê romana Kurdî, lewma piştî wî gelek romannivîsên Kurd xwe berdan nav deriya romanê.
Xebata Siyasî
Piştî xebata artêşê Şemîlov diçe navçeya Sariqamişê û li wê derê di çêkirina riya hesinî de du salan dixebite. Di nava xebatkaran de rastî gelek hevriyên Bolşevîkan tê û fikrên Bolşevîkan di dilê wî de riyeke nû vedike û ew beşdarî karên wan yên siyasî û rêxistinî dibe. Tê dîtin ku Erebê Şemo di sala 1918’an de bû endamekê Partiya Bolşevîkan. Di kartê de Erebê Şemo niştîmaniya xwe wekî Kurd nivîsandiye. Erebê Şemo di nava partiyê de gelek çalak dixebitî û car caran di şeran de bîrîndar jî bû, mînak li derdora Stavropolê ligel Gvardiya Sor beşdarî şer dibe. Du caran birîndar dikeve. Di sala 1918’an de li navçeya Dîgorê di nav Kurdên êzidî de ji bo bolşevîkan xebatan dike. Di heman salê de dibe endamê Partiya Komînist a Rûsyayê. Ew çend salan li Bakû, Moskova û Tiblîsê ji bo komnîstan berxwe dide.
Riya Teze damezrand
Riya Teze yekemîn rojnameya Kurdî ye ku bi tîpên latînî li Yerîvanê ji hêla Erebê Şemo û Ishak Morgoluv ve hatiye damezrandin. Riya Teze di 1’ê Nîsana sala 1930’î de bi alfabeya kurdî ya Şemo-Marogûlov dest bi weşana xwe kir Riya Teze beriya Kovara Hawar dest bi weşana Kurdî bi tîpên latînî kir û rojnama Kurdî ya herî jîyandirêj e li cîhanê tê hesbandin. Erebê Şemo jî bi riya vê rojnameyê, roleke girîng û berbiçav di warê pêşxistina wêje, çand û folklora Kurdî de, lîst, herwiha rê li pêşiya xebata rojnamegeriya Kurdî ronî kir.
Sirgûniya Erebê Şemo
Sala 1937’an de Erebê Şemo li Pêtrogiradê (Lênîngirade) hate girtin û sirgûnî Sîbîryayê kirin. Piştî 20 salên zehmet, dûr û dirêj, bi taybet piştî mirina Stalîn di sala 1956’an de, hat efûkirin. Ji wir vedigere Ermenistanê. Dîsa dest bi jiyana xwe ya siyasî, civakî û efrindariyê dike. Ji ber ku salê sirgûniyê dûrî xebata nêzî dilê xwe ketibû, êdî li vegerê şev û roj dixebitî ku wê valahiyê tije bike. Mala wî nava bajarê Yêrêvanê bû. Heta niha jî li ser dîwarê wî, ji bo hurmet û bîranîna nivîskarê mezin kevirekî guloverî bedew lê xistine û li ser bi zimanê Rûsî nivîsandiye: “Di vê malê de ji sala 1963’an heta 1978’an nivîskarê Kurd û xebatkarê civakî Erebê Şemo, Şamîlov jiyaye.”
Mirina Erebê Şemo
Di 21’ê Gulana sala 1987’an de nivîskar Erebê Şemo xatirê xwe ji cîhanê û miletê Kurdî xwest û koça dawî kir. Piştî mirina wî endamê Nivîskarên Yekîtiya Ermenistanê G.B Garibcanyan wisa got: “Ereb Şamîlov dengbêjê cimata Ermenî û Kurdan bû, ruhê wî ji kûrahiya Ermenistanê hatibû.”
Berhemên Erebê Şemo
Erebê Şemo bi bavê romana Kurdî tê naskirin lewma wî 5 roman derxistine, ya yekem Şivanê Kurmanca, di sala 1930’î de çap kiriye. Li kêleka Şivanê Kurmanca wî romana Dimdim, di sala 1966’an de çap kiriye, Jiyana Bextewar 1959’an de çap kiriye, romana Hopo di sala 1969’an de û Berbang di sala 1958’an de çap kiriye. Di heman demê de bi navê ‘Koçekê Derewîn’ di sala 1930’î de şanoyek jî nivîsiye. Herwiha du çîro bi navê ‘Hikayetên Gelê Kurd(1967) û Kurdên Elegezê(1936)nivîsandine. Herwiha gelek gotar nivîsandine, mîna Pirsa Derheqa Feodalizmê Nava Kurda da, Terîqa Rêvolûsiya Oktyabrê û hwd…