Rohat Bulut
Her ku em rûyê xwe diguherînin, em dibînin ku xweza tiştekî ji me şûnve digire: Çemên ku zûha bûne, daristanên ku hatine birîn, tunebûna cureyên zindîwaran û hwd… Ligel ku vana pêktên em li ser navê pêşveçûn û pêşketinê, zirareke mezin didin xwezayê. Lê em ne di wê ferqê de ne jî. Ji bo ku em vê rewşê fêhm bikin û li xwe warqilin em gelekî dereng dimînin.
Lê belê êdî mesele ne tenê di asta xwezayê de; em behsa meseleya hebûnê dikin. Ji ber vê yekê fikra civaka ekolojîk ji romantîkbûn û utopyayekê wêdetir e. Bi qasî jiyanî girîng û yek ji şertên jiyanê yê sereke ye. Ji bo domandina jiyanê civakîbûneke ekolojîk pêwîst e.
Civaka ekolojîk, tê wateya civakeke bi hevpeymana bi xwezayê re bijî ye. Bi hilberîna xwe, bi xerckirina xwe û li ser rêgezên civakbûyîna xwe ya xwzayî domandina temenê xwe ye. Bi nêzîkatiyeke wiha pêşketina aboriyê ne bi xerckirina çavkaniyan; encax bi feraseteke ku zirarê nede xwezayê bi pêşxistina modelên aboriyê yên xwezaparêz pêkan e. Di civaka ekolojîk de ne bi destxistina kar û sermayeyê, domdariya jiyanê li pêş e.
Modela civakî ya îro -şêwazê hilberîna kapîtalîst û çanda xerckirinê- ew qapasîteya hilgirtinê ya cihana me ji mêj ve ye tije û derbas kiriye. Pirsgirêkên wekî guherîna avhewayê, kêmtirbûna avê, windabûna cûdahiyên jiyanê, ne tenê pirsgirêka xwezayê ye; Ev hemû bi civakê, aborî û tenduristiya civakê ve rasterast girêdayî ne. Ji ber vê yekê civaka ekolojîk tenê vîzyoneke hawirdorî pêşkêş nake, di heman demê de tevlibûneke jiyana hevpar, wekhev û adilane jî pêşkêş dike.
Ji bo ku civakek ekolojîk were avakirin, tenê çêkirina teknolojiyên hawirdorparêz têrê nake. Di heman demê de divê rê li ber guherîneke zihnî û ramanî jî veke û guherînê pêk bîne. Divê xwezayê wekî “çavkanî” nebîne. Divê bi xwezayê re têkiliyeke simbiyotîk deyne. Ev jî tê wateya guharîna paradîgmaya ji perwerdehiyê heta rêveberiyên herêmî, ji cotkarî heta plansaziya bajarvaniyê. Mijar ew e ku tu bi afirandin û li siwarbûna wesayîta elektironîk nabe ekolojîzt. Divê tu zanibe ku tu çima li wê wesayîtê siwar dibe û xwe di lêpirsînê de derbas bike.
Civaka ekolojîk, hilberîna xwecihî û tora xerckirina wê dipejirîne û pêş dixe. Piştgiriyê dide cotkarên biçûk, hilberîna ku zirarê nade xwezayê pêş dixe. Destekê dide çandinî û hilberîna ekolojîk. Piştgiriyê dide koperatîfên girêdayî enerjiyê û ji bo pêşxistina wan gavan diavêje. Ev yek jî ji jêr ber bi jor bi tevlîbûna hemû civakê pêkan dibe. Çimkî aştiya bi xwezayê re encax bi têkiliyên mirovan ên adilane û xwezaparêzî pêkan dibe.
Civaka ekolojîk, ne bijarte û tercîhek e. Wekî encama vê rêveçûnê li pêşberî me radiweste. Heke em bixwazin û girîngiyê bidin xweza, cihan û jiyana xwe , divê jiyanek dadperwer, hêsan û bi xwezayê re di nava hevsengiyê de biafirînin. Ev ji bo jiyaneke bi tendurist û bi xwezayê re jiyîn gava ku em bi lezgînî biavêjin e. Ji bo jiyaneke baştirîn ev pêwîst e. Gelo jiyaneke din pêkan e? Belê, heke em dikaribin biafirînin pêkan e.