Can Yûsif
Cemîl Horo .Bilbilê çiyayê Kurmênc Berî çend rojan, di 19.09.2023’ê sî û çar sal bi ser koça dawî ya hunermend Cemîl Reşîd Elî Horo, bilbilê folklora Kurdî li Efrînê re derbas bû, ku yek ji navdartirîn hunermendên Efrînê tê naskirin û di stranên xwe de destan û çîrokên gelêrî gihandiye civakê û ew yek ji hunermendê herî navdar e ku li bajarê Efrînê xuya dibe, nemaze ku wî şêwaza xwe ya taybet di stranbêjiya xwe de pêşkêş kir ku taybetmendiya folklora Efrînê da stranên xwe ku bibe sedema derbasbûna hunera Efrînê bo hemû devrên cîhanê di rêya şêwazê xwe yê taybet û cihêreng.
Cemîl Horo di 10’ê Adara sala 1934’an de li gundê Sarincik yê Efrînê ji dayik bû, (bav Reşîd Elî û dayîk Sultan ), sê caran zewicî û 9 kur û keçên wî hene, kurê wî Piling di êrişa balafirên Îsraîlê de li ser Lubnanê de jiyana xwe ji dest da, herwiha kurê wî Henan yê sê salî di sala 1973’an de hate revandin û di qezayeke nepenî de, piştre kuştî termê wî hat dîtin, piştî çend rojan li ser çemê Efrînê, van bûyeran dengê hunermend Cemîl Horo bi awazên xemgîniyê rengîn kirin.
Bexşîna wî ya dengbêjiyê zû dest pê kir dema ku wî li gundê Cûlaqê li ber destê Şêx Mihemed Şêx Heyder û feqê Efdê Eyşe xwend ku ayetên Quranê bi xweşkirin xwendinê dixwende, ku ev yek bû sedemeke bingehîn ji bo jêhatiya wî ya dengbêjiyê dema ku wî beytên Quranê dixwend an jî stran û sîrûdên dibistan û olî distirand, êdî dev ji xwendina olî berda û jiyana xwe ya hunerî bi strana kurdî bi dawet û şahiyên Efrînê dest pê kir û di nîvê salên şêstî de, di sala 1966 û 1965’an de, yekem alboma xwe li studyoyeke Helebê tomar kir, ku tê de hêjmarek stranên folklorîk hebûn ku li ser mîrata xwecihî ya herêmê bi taybetî û li ser mîrateya kurdî bi giştî hatine çêkirin, ji stranên herî navdar ên ku Horo pêşkêş kiriye, strana ” Memê Alan ” bû ku ji du saetan derbas dibe, li ser bingeha destana (Memê Alan) yek ji girîngtirîn metnên folklorî ye ku kurdan di dîroka xwe ya dirêj de afirandine û vê destana folklorîk vediguhezînin nifş bi nifiş. Di gel komek stranên din wek (…Feteh Beg, Xana Dinê, Ûsib Şer, Xemê Zalim, Cebelî, Dizo, Eyşa Îbî, Wey Lawo, Tosino..) û herwiha gelek stranên gelêrî yên din di gel çend stranên xwe yên taybet wek strana wî ya dawî.” “Lo Bavo” Her çend ev qonaxa yekem a kariyera wî ya hunerî bû, lê di encama dozgeriya ewlehiyê de, di sala 1970 de ji Sûriyê derket û çû Tirkiyê û bi hunermenda Kurd Eyşe Şan re kasêtek tomar kir ku nav û deng da di nav derûdorên kurdan de li her derê ku dest xweşê sazê Arif Sax ji wan re saz lêdixist û herwiha wî li wir pênasîn û dîtin bi çend hunermendan re kiriye.Yek ji wan jî hunermend Norî Sozkozel di gel têkiliya wî ya nêzîk bi stranbêjê kurd yê tirk Neşat Artaş re. Li Kurdistana Îraqê û bi taybetî li bajarê Zaxoyê wek çavdêr di şaredariyê de kar kir û bi çendîn stran li ser şoreşa Kurdî û sembolên wê yên têkoşînê stran gotine ji wan: “Leyla Qasim”, “Barzanî” û “Şêx Seîd Pîran” “û “Newoz” û “Ey qederê” û “Keça Kurda” û “gula Nesrînê”
Ji konserên herî diyar ên ku Cemîl Horo tê de beşdar bû, konsera Bazara Berhemdanê li Helebê di havîna sala 1972’an de li gel hejmarek hunermendên Kurd û Ereb û herwiha konsera Sînemaya Rivolî û konsera Komeleya ElYarzeh Libnanî li Libnanê bi beşdariya hunermendê nemir Arif Cezrawî, herwiha jî li gel Koma dîlanê ya Efrînê, beşdarî şahiyên Cejna Newrozê li hejmarek bajarên Sûriyê bû, wek cejna Newrozê li bajarê Qamişlo, li gel hunermendên kurd yên wek Selah Resûl, Mehmûd Ezîz. û Seîd Yûsif. Ji navên herî navdar ên ku bi wî re ji bajarê Efrînê stranên wî lêxistine, bilûrvan û hunermendê dîtbarî û bilûrê Ebdulrehman Derî’î, hunermend Seîd Omrî, destxweşê bizqê yê navdar Adîk û hunermend Elî Taco. Di encama xebata xwe ya siyasî de Cemîl Horo di dema yekbûna Sûriyê û Misirê di sala 1958’an de rastî girtin, dadgehkirin, binçavkirin û îşkenceyê hat. Ew endamê Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriyê bû û yek ji wan kesên despêkê bû ku di pîrozbahiya Newrozê de agirê Newrozê li herêmê pêxist, tevî tedbîrên çewsabdin û keyfî ji bo pêşîgirtina li pîrozbahiyê û ji ber zextên ewlekariyê ew neçar ma tevî malbata xwe bireve Tirkiyeyê û demekê li wir bimîne di bin navek veşartî (Ebid Qehreman).
Wî çend albûmên xwe li Tirkiyê tomar kirin, wek (Bedew Can, Saleh Beg, Lo Lawo, Teyar Axa, Mem û Zîn) ku bû yek ji navdartirîn ên stranbêjiya Efrînê û piştre çû Herêma Kurdistana Iraqê û Demekê li wir ma û li navçeya Zaxoyê ji aliyê Fermandarê Pêşmerge Îsa Siwar ve hat pêşwazîkirin, piştre ew vegeriya li Sûriyê û Horo ji bilî stranbêjiyê, ji bo debara malbata xwe bi karê hostenecariyê dest bi kar kir û çendîn pîşeyên din jî kir. Di nav de rêvebirina qehwexaneyekê li taxa Şêx Meqsûd li bajarê Helebê ku bi navê wî dihat naskirin û herwiha avakirina kantînekî li gundê Tel Salûr, li nêzîkî devera Cenderêsê. Hunermendê hêja Cemîl Horo di 19’ê Îlona 1989’an de, li nexweşxaneya Ibin Ruşd ya bajarê Helebê ji ber nexweşiyeke giran koça dawî kir û li goristana navdar “Ziyareta Henan” li nêzîkî gundê Meşalê li gundewarê Efrînê, li kêleka mezarê Siyasetmedarê Kurd ê navdar “Nûrî Dêrsimî.” hat veşartin.
Cemîl Horo û rêhevalên xwe bi stranên xwe di parastina mîrateya Efrînê û parastina nasnameya wê de roleke mezin lehîstin û mîraseke zengîn a hunerî û çandî li pey xwe hiştin ku pirtûkxaneya Kurdî bi gelek tomar û stranên folklorîk û kevneşopî û ji bilî stranên xwe dewlemend kirin.
Remet û rûmet ji giyanê wî yê pak re. Ji mîrata wî ya têkoşînî, hunerî û çandî re mayende û domdarî.