Rojnameya Ronahî

Jiyaneke tijî êş, azar û hesreta welat: Reşîdê Kurd

Navenda nûçeyan

Helbestvan Reşîdê Kurdo yek ji helbestvanên me yên navdare ku ji ber Kurd bû, ziman, çand û nirxên xwe ve girêdayî bû di encama siyaseta înkar û îmhayê berê xwe da welatan, jiyana wî tijî êş, azar û bi hesreta welat derbas bûye.

Gelek pêşeng û zanayên me hene di dîrokê de, xalekî ku pir dişibin hev berxwedan û serî rakirina wan li dijî zilm û zora dewletê ye ku di encama wê de jî jiyanek bi êş, zor û zehmetiyan, di nav hesret û bêrîkirina welêt de derbas kirine. Yek ji wana jî helbestvanê navdar Reşîdê Kurdo ye.

Reşîdê Kurd yan Reşîdê Kurdo li  sala 1910’an li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê hatiye dinê. Ji gundê Rewşatê yê navçeya Dêrîkê ye ku li wir zaroktiya xwe derbas kir. Li gorî hinek çavkaniyan navê dayika Reşîdê Kurdo, Zînê ye.

Sedema ku paşnav kirîbûn Kurdo yan Kurd jî pir zelale; ji ber ku Kurd bû û hêj zagona dewleta Tirk ya dagirker ku navê Kurdan li gorî zimanê xwe ferz dikir û Turkoglu, Alparslan, Canturk, Ozturk û hwd. din nexistîbû meriyetê. Bi awayekî xwezayî bi rêya herî sade, ji ber ku ji ziman, çand û welatê xwe hez dikir û dida hezkirin, bi wî navî hatîbû xîtapkirin. Ji xwe wan salan navê kes yan li gorî navê bav, yan dayik, yan li gorî netewa wî dibû. Terzê xwenasîna mirovan ya herî xwezayî, herî saf û pak jî ew şêwe bû.

Reva wî ji asê mayîna nav dîwarên girtîgehan diparêze

Demekê li bajarê Konyayê medresa xwe didomîne. Ji ber meylên wî yên Kurdbûnê sala 1930’an li Konyayê cara yekê tê girtin. Li Reşîdê Kurdo 2 sal cezayê girtîgehê dibirin, lê ew Kurdek zîndanîbûnê ji xwe re qebûl nedikir bû û firsenda revê peyda kir. Wê demê tenê mehekê karîbûn di girtîgehê de hepis bikin. Piştî direve dema cara duyem jî digrin û dixin girtîgehê cardin ji girtîgehê direve û xwe digihîne Sûriyeyê, Rojavayê Kurdistanê. Li navçeya Amûdê bi cih dibe û lêkolînên xwe li ser zimanê dayikê û giramêr kûrtir dike. Li wir pirtûka xwe ya yekem ya bi navê “Zimanê Kurdî û Gramêra Wê” dinivîse û sala 1956’an li Beyrûtê dide çapkirin.

Reşîdê Kurdo li gel Seydayê Cegerxwîn, Kamîran Bedîrxan, Heciyê Cindî, Erebê Şemo, Qedrîcan, Osman Sebrî ji bo parastina zimanê dayikê û çanda Kurdi bi hevre kar meşandine. Lê li Sûriyeyê jî gelek zehmetî dikişand. Qeyranên siyasî derdiketin û di encama wê de ew jî neçar ma biçe Iraqê. Lê Irak jî dema sala 1958’an ji bo penaberiyê serlêdan kir, serlêdana wî nehat qebûlkirin û ew vegrandin Sûriyeyê. Wî demî bi salan di girtîgehan de ma.

‘Bila niha nemirim, hêj karên nebirî serî mane’

Sala 1949’an helbestvanê me yê navdar Reşîdê Kurdo li Sûriyeyê bi nexweşiya weremê dikeve û bi nexweşiyek giran ya kezebê re bi salan têkoşîna jiyanê dide. Çawa nexweş û perîşan ji girtîgehê ber didin sala 1967’an berê xwe dide Yêkitiya Sowyetan û ji bo tedawiyê diçe Bulxarîstanê. Lê li wir tenê salekê dikare bijî û 20’ê Kanûna 1968’an diçe ser dilovaniya xwedê. Tê gotin dema dizanê wê bimire van gotinên gelekî bi wate dike; “Hîn pir kar û barên min hene ku divê ez bikim. Min ew karên xwe nebirine serî. Na divê ez niha nemirim. Divê ez vegerim baxçeyên Dêrîkê ku min ji mêj ve bêriya wir kiriye, paşê bila mirin were.”

Berhemên wî evin;

Di nav pirtûkên Reşîdê Kurdo de 3 berhemên taybet hene. Yek ji wan pirtûka bi navê “Rêzimanê Kurdî” ku li ser zimanê dayikê û gramera wê lêkolîn kiriye; pîrtûkên “Ez Reşîdê Kurdî” û “Kerwan” yên helbestên wî ne. Helbestek wî ya navdar jî ‘Ez’e. Berfirehiya helbestê wiha ye:

EZ

Bextiyarim, bextiyarim

Çimkî ez proleterim

Peyayekî bênav û nîşanim

Ji wê ordiya canbêzarim

Di meydana azadî de

Rapêçayî, her li karim

Heya sax bim ez giranbarim

Ji xweşiya jînê loma

Destşuştî, bêpişk û parim

Serxweş nabim bi şabaşan

Pesinkaran re neyarim

Ser danînim ji pûtan re

Pûtşikênekî çi dijwarim.