Rojnameya Ronahî

Operasyona şoreşgerî ya Gerîla

Farûk Sakik

Salvegera Komkujiya Duyem a Parîsê bû. Kurd û dostên wan li Parîsê li qadan bûn û doza edaletê dikirin. Meşa lêgerîna edaletê li dar xistibûn. Sonda hildana tola şehîdên xwe didan. Di demekî wiha de ji Qadên Parastina ya Medya agahiyên operasyênên gerîla her wek tola Komkujiya Parisê girtine dihatin. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku li Xakûrkê û Metîna derbên giran li artêşa Tirk a dagirker didan.

Artêşa dagirker bi operasyonên şoreşgerî li ser hev derbên giran xwaribû û gelek windahî dabûn. Lê artêşa dagirker û medyaya wê ya şerê taybet, hewl dida ku windahiyên xwe ji raya giştî ya Tirkiyeyê û hemû cîhanê veşêre. Lê her çendî ku bikevin panîkê û hewl bidin veşêrin jî, nikaribûn bandora derbên giran ên ji Gerîlayên Azadiya Kurdistanê xwarî, veşêrin. Bi tenê cesedên di ‘torbê veşartinê’ de bi cîh nebûbûn ji raya giştî re servîs dikirin.

Em ê behsa reqamên eskerên dagirker ê hatine kuştin nekin. Gerîla bixwaze diha zêde dikare encaman bi dest bixe. Gerîla bi merhamet e. Di hedefa wan de tu carî kuştina însanan (her çiqas ê li hemberî wan ji mirovahiyê derketibin jî) tune ye.

Demekî dirêj bû gerîla bi hin çalakiyên xwe hişyarî dida wan eskerên li heremê bi cîh bûne, ku turikê xwe kom bikin û herin. Îroj jî dîsa mesaj dide dibêje turikê xwe yê cenazê hevalên xwe bigirin herin. Anjî rojek hûnê bi tabûtan herin.

Lê encamên operasyonên şoreşgerî yên gerîla, dema ku li nîqaşên ku îro li Tirkiyeyê tên kirin were nêrîn wê were dîtin. Heger wezîrê şer Yaşar Guler derbasî li ser sînor bûbe, herkesê texmîn bike li “Kurêjehro“ gerîla çi aniye serê 200 eskerê dagirker.

Ev çalakiya gerîlayên Kurdistanê li Tirkiyê nîqaşeke nû da destpêkirin. Hin dengê cuda bilind bûn. Ji hev pirsîn çi karê me li wê heremê heye. Hikumetê mixalefet, mixalefet û hin leşkerên kevn jî hikumet rexne kirin. Lê di nav vê matmayîna wan de, car caran lehengiya gerîlayên Kurdistanê jî dihat îtirafkirin.

Di media dijîtal de fotografek dihat parvekirin. Li hin avahiyên (ji avahiyan jî diyar e ku xwediyên avahiyan pir belengaz in) ku ala Tirkan daliqandîbûn parvedikirin. Wan jî dixwest li vê derê de dewletê û polîtîkayên wan rexne bikin. Digotin aha dîsa zarokên feqîran mirin. Çima zarokên ê dewlemendan naçin herêma şer. Çima ev al li qesr û qonaxan nayên daliqandin.

Lê sedemên hatina cenazeyan ev nebû. Sedem çi karê wan li axa Kurdistan hebû. Çareseriya doza Kurdistan, dagirkirina axa Kurdan nebû. Çareserkirin li hev kirine. Çareserî; mafê Kurdan ên ku bapîrên wan, ji Kurdan xesp kiribûn cardina vegerandin bû.

Heger cesareta wan û siyaseta wan ya çareseriyê tunebe, ji Rêber Apo dikarin bixwazin ku midaxale bike. Nexşerê yên Rêber Apo yên hatine ceribandin hene. Di pratîkê de jî hatiye îspatkirin. Bila li rewşa Tirkiyê ya salên 2013-14-15’an binêrin.

Di sedsaliya Komara Tirkiyê de salên herî bi aramî û dewlemendî derbasbûn ev sal bûn. Kor in û vê rastiyê nabînin. Heger di hişmendiya xwe de guhertinek çêbikin û herin Îmralî, wê wan salên bi aramî dîsa bijîn.

Li gelek deverên cîhanê ji Amerîka Latîn heta Japonya, însanan bawerî anîn ku bi paradîgmaya Abdullah Ocalan, dikarin hin pirsgirêkên cîhanê werin çareserkirin. Lê desthilatdarên Tirkiyê ji bo berjewendiyên xwe di dijminatiya Kurdan de israr dike. Dibêjin çawa be civakek bi nîjadperestî û dijminatiya Kurdan hatî jahrîkirin heye. Êdî tu çi jahriyê bidî wan bê lêpirsîn dadiqûrtîne. Xema tu kesî nîne çiqas esker li ber şûrê gerîla ketî.