Friday, June 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kevana Zêrîn çalakiyên hefteya çandê destpê kir

30/07/2018
in Uncategorized
A A
Kevana Zêrîn çalakiyên hefteya çandê destpê kir
Share on FacebookShare on Twitter

Çalakiyên hefteya çandê ku ji aliyê Tevgera Kevana Zêrîn hatiye organîzekirin, bi şahiyekê li gundê Aqîbê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê dest pê kir.
Tevgera Kevana Zêrîn a Efrînê bi armanca vejandina çanda Efrînê û têkbirina planên dewleta Tirk û çeteyên wê ku hewl didin çanda herêmê bihelînin çalakiyên hefteya çandê da destpêkirin.
Çalakiyên hefteyê bi şahiyekê li çiyayê Lêlûnê li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa dest pê kir.
Bi sedan şêniyên navçeyê tev li şahiyê bûn. Cihê şahiyê bi alavên kevin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemilandin.
Piştî rêzgirtinê, rêvebera Tevgera Kevana Zêrîn a Efrînê Rûmet Beko axivî û anî ziman ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wî Efrîn dagir kirin û bi her cureyên pêkanînan dixwazin çanda herêmê bihelînin.
Rûmet Beko destnîşan kir ku armanca hefteya çandê vejandina çand û kevneşopiya herêmê ye û hêvî kir ku di demeke nêzî dikin vegerin Efrîna azad.
Piştî axaftinê, Koma Şehîd Silava a Stranan bi stranên xwe yên şoreşgerî gelekerî li gel tilîliyên dayikan beşdar coşand.
Her wiha koma Şehîd Viyan Soran jî ya dîlanan bi dengê def û zerneyê dilanên pêşkêş kir.
Paşê jî, şanoyeke bi navê “Dil û Mejî” hate pêşkêşkirin. Mijara şanoyê; derketina şêniyên Efrînê ji ber êrîşên tirkiyê ber bi Şehbayê ve, lê dilê wan bi Efrînê re ye, lê difikirin ku tevî bala wan li ser Efrînê ye lê ew neçarin xwe ji êrîşan biparêzin û ji herêmê derkevin. Di dawiya şanoyê de, vegera li war pêk tê.
Di dawiya çalakiyê, koma “Serdem” a zarokan stranên şoreşgerî gotin, şênî jî li ber xelekên dîlan gerandin û bi dirûşmeyan Berxwedana Serdemê silava kirin…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye
CIVAK Û JIYAN

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye

19/06/2026
Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî
CIVAK Û JIYAN

Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî

19/06/2026
Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir
CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir

18/06/2026
Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû
NÛÇE

Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû

17/06/2026
Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê
CIVAK Û JIYAN

Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê

17/06/2026
MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE
HAJMARA PDF

MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE

17/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.