Rojnameya Ronahî

‘Dadgehên şoreşger ên Îranê qesab in’

Nehîr pale

Sala 1979`an sîstema Îranê dadgehên şoreşgerî ava kirine. Piştî şoreşa Îranê çêbû li ser perspektîfa Eyet Allah Xumeynî ev dadgehên şoreşgerî yên Îranê hatine ava kirin. Di destpêka avakirina wan dadgehan de armanc ew bû ku hemû kesên bi Şah re xebitîne û alîgirên sîstema wî bûn, werin darve kirin. Ev biryar ket piratîkê de û bi sedan kesên girêdayî Şah bûn hatin darve kirin. Diviyabû ev dadgeh demkî bane û heyanî niha navê wê di destûrnameya sîstema Îranê de derbas nabe.

Mijara balkêş ew e ku di destûra Îranê de navê dadgehên şoreşgerî nîne û ji hemû aliyan ve biryar di destê wan de ye. Ji civakê kîjan jin an mêr li ser sîstema Îranê xeter were dîtin wê wan bavêjin dadgehên şoreşgerî, ji xwe tu kes nikare parêzer bigre û parastina xwe bike. Di van dadgehan de her tişt li ser wan qedexe ye, kesek nikare wan serdan bike, her wiha bê ku werin dadgehkirin hukim li ser tê birîn. Li gorî Kovara Lêkolînên Îranê ya sala 2018`an ji sala 2010`an heyanî sala 2017`an nêzî 500 hezar kes di dadgehên şoreşgerî de hatine darve kirin. Sîstemê ew girtîgehên şoreşger weke parastgeh dide bikar anîn.

Dadgehên Engîzasyon sala 1199`an di çaxên navîn ji aliyê Dêrê ve hatine ava kirin û li cîhana Xiristiyanan belav bûne, di van dadgehan de hemû kesên ku li dijî ola Xirstiyan hatine dîtin ew kuştine, darvekirine û şewitandine, bi taybet jin bi hezaran di bin navê sihirbazin hatine şewtandin. Ev dadgeh jî ji aliyê Dêrê ve demkî hatibûn ava kirin lê heyanî sedsala 16`emîn berdewam kirin. Niha cudayî di navbera dadgehên şoreşger û dadgehên engîzasyon de tine ye. Kîjan insan li dijî sîstema Îranê derbikeve yan jî rexne bike wê bavêjin dadgehên şoreşgerî û darve bikin. Bi taybet jina ku siyasetê dike, mafên mirovan diparêze yan jî hîcab nade serê xwe wê berê wê bidin dadgehên şoreşgerî. Mînaka wê jî Nergiz Kerîm Mehmedî ye.

Siyasetmedara jin Nergiz Mehemedî niha li dadgehên şoreşger tê girtin. Ji dema ku zanîngeha beşê fêzîkî dixwend bi tevlîbûna rêxistinan li hemberî sîstema Îranê derket. Tûndiya li ser jin tê meşandin û mafên mirovan xwarin qebûlnekir. Ji xwe cara yekemîn sala 1998`an ji aliyê sîstema Îranê ve tê girtin. Ew li bajarê Zincan ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye û piştî xwendina xwe bi dawî dike dest bi rojnamevaniyê dike. Di gelek rojnameyan de nivîsên siyasî dinivisîne û sîstema Îranê rexne dike.

Sîstema Îranê 13 caran çalakvana siyasî digre û herî dawî sala 2021`an wê girtin û niha di dadgeha şoreşgerî ya paytexta Îran, Tehran de ye. Destûr nadin ku kesek wê bibîne yan jî parêzer bigre. Dadgeha şoreşgerî bê ku Nergiz Mehmedî dadgeh bikin hukmê 16 salan zîndan lê birîn.

Siyasetmedara jin Nergiz Mehmedî tu carî gav paşve ne avêtiye, niha temenê wê gihîştiye 51 salî, hevjîn û her du zarokên wê li Ewrûpa ne lê ew ji Îranê derneket û têkoşîna xwe ya siyasî berdewam kir. Herî dawî sîstema Îranê dema ku xwest wê derxin pêşiya dadgeha şoreşger Nergiz Mehmedî helwestê xwe diyar kir û got: `Dadgehên şoreşger qesabin û ez dernakevim pêşiya wan`.