Erdelan Îbrahîm ji zarokatiya xwe ve ji hunera şêwakariyê hez dike û dibe şêwakar. Li welatên xerîbiyê zor û zehmetiyan dikişîne, herî dawî li warê xwe Rojava vedigere û cihê xwe di berxwedana Efrînê de digire.
Erdelan Îbrahîm ji navçeya Bilbilê ya Efrînê ye. Ji zarokatiya xwe ve ji hunera şêwekariyê (wênesazî) hez dike û bi demê re xwe fêr dike.
Jiyana Îbrahîm bi êş û azaran tijî bû. Nebaşbûna rewşa madî ya malbatî ew neçar kir ku di zarokatiyê de bixebite da ku alîkariya malbatê bike, li gel kar jî xwendina xwe berdewam kir. Lê astengiyên ku li pêşiya wî bûne kelem, jê re bû zemîn ku azaran bi rêya şêwekariyê parve bike.
Jiyana hunerî ya Erdelan Îbrahîm bi rêzkirina wêneyan dest pê dike. Îbrahîm ku ji ber astengikirina wêneyên wî ji aliyê rêjîmê de neçar dimîne ji Sûriyê derdikeve û diçe Lubnanê û Urdinê, 23 salan li derveyî welat dimîne.
Bi pêvajoya Şoreşa Rojava re, Erdelan Îbrahîm vedigere welatê xwe, Erdelan bi alîkariya 9 şêwekarên din wêneyekî mezin yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi qasî 1200 metrekare çêkir.
Bi êrîşên dewleta tirk a dagirker yên li ser Efrînê re Erdelan jî berê xwe dide Şehbayê û li vir karê xwe didomîne…ANHA






