Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di merasîma oxirkirina 6 şehîdan de soza tolhildanê hate dayîn

26/12/2023
in NÛÇE
A A
Di merasîma oxirkirina 6 şehîdan de soza tolhildanê hate dayîn
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Bi beşdariya bi hezaran şêniyên bajar û navçeyên kantona Cizîrê merasîmên 6 şehîdên êrişên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Qamişlo, pêkhat û cenazeyên şehîdan li Goristana Delîl Saroxan, hetin oxirkirina.
Bi berzkirina dirûşmên “Berxwedan jiyan e” û “Şehîd namir in” bi hezaran şêniyên kantona Cizîrê cenazeyên Ferhan Xelef, Bêrîvan Mihemed, Hisên Mihemed, Riyad Hemo, Rênas Hisên û Ferhan Temê li ser milên xwe rakirin û ber bi Goristana Şehîd Delîl Saroxan ve ya li Qamişloyê meşiyan.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê kir, piştre li ser navê Mecilsa Giştî a Partiya yekîtiya Demokiratîk PYD’ê Foza Yûsif wiha axivî û got: “Di destpêkê de em sersaxiyê ji malbatên Şehîdan re dixwazin û şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin. Weke ku tê zanîn dewleta Tirk a dagirker li çiyayên kurdistanê têk çûye, dagirkeriya Tirk dixwaze Îradeya gelên herêmê têk bibe. Lê îradeya gel ji planên dagirkeriyê xurtire û tu carî çavên gel naşike. Heya ku dilopek xwîn di canê me de hebe emê berxwedan û tekoşînê bikin. Divê hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwesta xwe ya li dijî siyaseta qirkirinê nîşan bidin û girêdana xwe ya bi ax û nirxên xwe ve diyar bikin. Divê gelê me bi hemû pêkhateyên xwe di rewşa awarte de be û li gel hêzên xwe û Rêveberiya Xweser bisekine. Bila hemû cîhan bizane ku em ê serî li ber van êriş û gefan netewînin. Em ê xwe biparêzin û tola şehîd û birîndarên xwe hilînin.”
Piştre jî li ser navê Kongira Îslama Demokratîk ji aliyê Mela Mihemed Xerzî ve axaftinek hat kirin û bi tevahî sûcên dijmirovî yên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên herêmê sûcên şerin û dagirkriya tirk dûrî hemû pîvanên islamê û axlaqê mirovahiyê tevdigere.
Her wiha zaroka Larîta keça şehîd helbestek ku tê de rola şehîdan bilind nirxand û xwend, tê de tekez kir ku ruhê berxwedanê di dilê zarok û malbatên şehîdan de çandine.
Gotinên malbatên 6 şehîdan jî destnîşan kirin ku ruhê berxwedanê wê her zindî bimîne: “Eger yek ji me şehîd bikeve wê bi hezaran cihê wî dagirin. Bi vê vîn û giyanî berxwedanê ku li malbatên şehîdan xwedî derketin, bi gotinên xwe anîn ziman ku ev kiryarên dagirkeriyê wê wan bêhêvî neke û wê her tim ji bona gihiştina armanca xwe tekoşînê bikin.”
Merasîm bi xwendina wesîqeyên 6 şehîdan bi dawî bû û bi tilîliyên dayikan cenazeyên şehîdan hatin oxirkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.