Friday, June 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêngava Azadiya Ocalan tê destpêkirin

30/07/2018
in Uncategorized
A A
Pêngava Azadiya Ocalan tê destpêkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Kongreya Star amedekariyên destpêkirina pêngava 3’emîn ya Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dide destpêkirin. Endama Rêveberiya Kongreya Star Zehra Berkel diyar kir ku ew ê di 2’yê Tebaxê de bi awayekî fermî dest bi çalakiyan bikin. Zehrayê got, “Emê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya rêber Apo berdewam bikin.”

Endama Rêveberiya Kongreya Star Zehra Berkel ragihand ku ew ê di 2’yê Tebaxê de pêngava 3’emîn ya Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidin despêkirin.
Rêxistina Kongireya Star amedekariyên destpêkirina pêngava 3’emîn ya Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û belav kirina Felsefeya wî dide destpêkirin. Endama Lijneya Rêveberiyê ya Kongreya Star Zehra Berkel diyar kir ku ew ê di 2’ê Tebaxê de bi awayekî fermî dest bi çalakiyên xwe bikin.
ARMANC BELAVKIRINA ÎDEOLOJIYA
AZADIYÊ YE
Zehra Berkel di despêka axaftina xwe de bal kişand ser armanca hemleyê û wiha got: “Piştî ku me konfransa xwe ya 3’emîn Li dar xist, yek ji biryarên me yên girîng ew bû ku em ji bo Azadkirina Rêber Apo hemleyan bidin des pêkirin. Bi vê yekê jî me weke rêxstina Kongireya Star amedekariyên lidarxistina pêngava 3’emîn ya bi daxwaziya azadkirina rêber Apo da destpêkirin. Armaca me ew e ku em bi hêza jinê îdeolojiya Rêber Apo belav bikin û jinan bi wê yekê jî bi rêxstin bikin.”
2’YÊ TEBAXÊ PÊNGAV DEST PÊ DIKE
Zehreyê di dewama axaftina xwe de çarçoveya çalakiyan diyar kir û wiha axivî: “Wê di 2’yê Tebaxê de pêngav me bi daxuyaniyeke fermî dest pê bike. Her wiha di heman rojê de wê meşeke girseyî li Kantona Kobanê were lidarxistin. Her wiha wê semîner jî werin dayîn û civîn jî di hemû taxan de werin li darxstin. Wê sinfezyonên li ser jiyana Rêber Apo werin pêşkêşkirin. Di heman demê de wê daxuyanî jî di vê çarçoveyê de jî aliyê hemû saziyan ve werin dayîn.”
ARMANCA ME AZADIYA RÊBERTIYÊ YE
Endama Lijneya Rêveberiyê ya Kongireya Star Zehera Berkel wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev pêngava sêyemîn e. Di pêngavên berê de jî çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin. Lê di hîn aliyên danasîna felsefeya Rêbe Apo de lewazî hatin jiyîn. Ji bo vê jî biryara me ew e ku em zêdetir Fikir û Felsefeya Rêber Apo di nava jinan de belav bikin. Ji bo vê jî hêviya me ew e ku em bi riya vê pêngavê pirojeya Rêber Apo ya azadiya jinê bidomînin da ku em rizgariya rêber Apo û azadiya tevahî jinan bi dest bixin.”…JINNEWS

ShareTweetPin

Herî Dawî

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye
CIVAK Û JIYAN

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye

19/06/2026
Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî
CIVAK Û JIYAN

Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî

19/06/2026
Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir
CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir

18/06/2026
Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû
NÛÇE

Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû

17/06/2026
Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê
CIVAK Û JIYAN

Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê

17/06/2026
MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE
HAJMARA PDF

MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE

17/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.