Rojnameya Ronahî

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên siyasî û dîplomatîk

Navenda Nûçeyan

Hevpeymana Civakî ya nû, kongreya 4’an a MSD’ê, lidarxistina civîn û pêkanîna hevpeymanan jî di nav de, gelek xebatên siyasî û dîplomatîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin meşandin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêşxistina xebatên xwe yên siyasî û dîplomatîk, avakirina têkiliyên bi welatên Ewropa û welatên din ên cîhanê re, kar da meşandin. Nûnertiya Rêveberiya Xweser li deverên cuda yên Ewropayê bi dehan hevdîtin pêk anîn.

Ji 9’ê Çileya 2023’yan heta 21’ê Cotmehê 12 şande ji Spanya, Barbados, Fransa, Slovakya, Kirgizistan, Federasyona Rûsyayê, Sûdan, Norwêc, Kanada, Zelandaya Nû, Tacîkistan û Danîmarkayê 16 serdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn. Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser 529 zarok û jinên DAIŞ’î li gorî protokolên fermî radestî hikumetên welatên wan kirin.

10’ê Çileyê MSD û Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyeyê li ser plana xebata hevbeş li hev kir.

9’ê Sibatê Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriya bi mexdûrên erdhejê re pêngava “Bi hev re ji bo mirovahiyê” da destpêkirin.

9’ê Sibatê Rêveberiya Xweser 20 kamyonên alîkariyên mirovî ber bi herêmên dagirkirî ve şandin, lê dewleta Tirk a dagirker li pêşiya alîkariyan girt.

10’ê Sibatê Rêveberiya Xweser 100 tankerên mazotê ber bi Şehba  û Helebê ve bi rê kirin.

5’ê Adarê Serokê Desteya Erkanê ya Hevbeş a DYA’yê general Mark Milley serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

20’ê Adarê nûnera MSD’ê Sînem Mihemed bi serokê DYA’yê Jeo Biden re civiya.

30’ê Adarê Daîreya Têkiliyên Derve gelek rapor li ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ji aliyê navneteweyî re sand.

18’ê Nîsanê Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê beyannameyeke ji 9 bendan ragihand.

27’ê Nîsanê Rêveberiya Xweser komîteyek ji bo garantiya vegera ewle ya welatiyên xwe yên li Sûdanê asê mane, ava kir.

28’ê Nîsanê Rêveberiya Xweser beyannameya çareseriyê bi gelek aliyên navneteweyî re parve kir.

30’yê Nîsanê Rêveberiya Xweser ragihand ku ew amade ye pêşwaziya penaberên Sûriyeyê yên li Lubnanê bike.

16’ê Gulanê Şaredarî û meclisa bajarê Floransa yê Îtalyayê xelata ‘Gigli D’oro’ da şehîd Hevrîn Xelef.

18’ê Gulanê Kongreya Yekemîn a Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin.

23’yê Gulanê Hisên Osman ji bo hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat diyarkirin.

30’yê Gulanê Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê ji bo parastina zeviyên çandiniyê seferberî ragihand.

31’ê Gulanê Rêveberiya Xweser 369 welatiyên xwe yên li Sûdanê asê mabûn, derxistin.

10’ê Hezîranê Rêveberiya Xweser ragihand ku dest bi darizandina DAIŞ’iyên biyanî bike.

20’yê Hezîranê hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo, Yusra Derwêş, cîgira hevserokatiya meclisê Leyman Şiwêş û endamê meclisê Firat Toma di êrişeke dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.

24’ê Hezîranê MSD û Heyet El Tensîq El Wetaniye “belgeya lihevkirinê” îmze kir.

26’ê Hezîranê 256 malbat ji Girê Spî ya dagirkirî reviyan û xwe li herêmên Rêveberiya Xweser girtin.

3’yê Tîrmehê Gerînendeya Avê ya Hesekê bajar wekî devereke bobelatê ragihand.

6’ê Tîrmehê komxebateke navneteweyî li ser Peymana Lozanê hat lidarxistin.

7’ê Tîrmehê Rêveberiya Xweser  11 kesên di peravên Cezîrê de xeniqîbûn, radestî malbatên wan kirin.

8’ê Tîrmehê Kongreya Navneteweyî ya Duyemîn a Ol û Baweriyên Mezopotamyayê hat lidarxistin.

13’ê Tîrmehê der barê komkujiyên li Mezopotamyayê û bandora wan li jinan de komxebatek li ser asta Rojhilata Navîn hat lidarxistin.

16’ê Tîrmehê nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Lubnanê serdana wezîrê karên derve yê Lubnanê kir.

17’ê Tîrmehê komxebata Sûriyeyê ya Şoreşa 19’ê Tîrmehê hat lidarxistin.

13’ê Tebaxê Hevdîtina Nîştimanî ya Heleb hat lidarxistin.

25’ê Tebaxê MSD’ê piştgiriya xwe bi xwepêşandanên gel ên aştiyane yên li deverên cuda yên Sûriyeyê re nîşan da.

27’ê Tebaxê Rêveberiya Xweser mûcên karmendên xwe ji sedî sed zêde kir.

29’ê Tebaxê Komîteya Têkildarî Widahiyên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin.

9’ê Îlonê Rêveberiya Xweser sersaxî ji malbatên qurbaniyên erdheja li Mexirbê re xwest.

13’ê Îlonê 174 malbatên iraqê ji kampa Holê derketin.

26’ê Îlonê Rêveberiya Xweser ji ber şewata li Mûsilê sersaxî ji gelê Iraqê re xwest.

27’ê Tîrmehê nûnerên Rêveberiya Xweser ê li Lubnanê binpêkirinên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker re bi Meclisa Mafên Mirovan re parve kirin.

4’ê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kir.

5’ê Cotemhê Konferansa Yekemîn a Parastina Zarokan li Reqayê hat lidarxistin.

6’ê Cotmehê Rêveberiya Xweser sersaxî ji malbatên qurbaniyên êrişa li Humisê re xwest.

7’ê Cotmehê Rêveberiya Xweser ragihand ku du navendên rehabîlîtasyonê çeteyên DAIŞ’ê sekinin.

8’ê Cotmehê  ji ber êrişên dewleta Tirk ji sedî 80’ê stasyona Siwêdiyê ji xizmetê derket.

9’ê Cotmehê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî Akademiya Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbirê de 29 endam şehîd bûn.

9’ê Cotmehê Rêveberiya Xweser ji bo şehîdên êrişa li ser akademiyê 3 roj şîn îlan kir.

11’ê Cotmehê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de 47 kes şehîd bûn û 59 kes jî birîndar bûn.

12’ê Cotmehê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê bi şandeya MSD’ê re civiya û rewşa li Sûriyeyê û li bakur û rojhilatê wê nîqaş kirin.

18’ê Cotmehê kongreyeke giştî li Kantona Dêrazorê hat lidarxistin.

23’yê Cotmehê Kongreya Yekemîn a Xwedî Pêdiviyên Taybet hat lidarxistin.

24’ê Cotmehê Rêveberiya Xweser dosyayek li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker radestî aliyên hiqûqî yên navneteweyî kir.

5’ê Cotmehê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ’Kongreya Navneteweyî ya Parastina Mîrasa Madî û Nemadî’ li dar xist.

10’ê Cotmehê Rêveberiya Xweser Mîhrîcana Çanda Neteweya Demokratîk li dar xist.

24’ê Mijdarê pêşbirkeke hespan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin.

2’yê Kanûnê Rêveberiya Xweser bicihkrina filistîniyan li Efrîna dagirkirî şermezar kir.

12’ê Kanûnê Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat îmzekirin.

20’ê Kanûnê Kongreya 4’emîn a MSD’ê hat lidarxistin.