Rojnameya Ronahî

‘Berxwedana Gel wê êrişên dagirkeriyê pûç bike’

Navenda Nûçeyan/ Qamişlo

Dewleta Tirk a dagirker bi armanca qirkirina gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herwiha têkbirina destkeftiyên heyî êrişên xwe dewam dike. Di 25’ê Berfanbarê de dagikeriyê li Qamişlo, Amûdê û Kobanê 22 navendên xizmetguzariyê bombebaran kir, di encamê de 8 welatî şehîd bûn, 13 birîndar bûn û ziyaneke mezin a madî  pêk hat. Rêveberiya Xweser A Demokratîk , QSD , Partî û tevgerên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyan êrişên dagirkeriyê şermezar kirin û gotin,  berxwedana gel wê tevahiya êrişan pûç bike.

Dewleta Tirk a dagirker bi armanca qirkirina gelên bakur û rojhilatê Sûriyê, herwiha têkbirina destkeftiyên heyî êrişên xwe yên li dijî gelên herêmê dewam dike. Dagirkerî di êrişên xwe de rasterast binesaziya herêmê, navendên xizmetguzariyê û sivîlan dike armanc. Herî dawiyê di şeva 23’ê Berfanbarê dagirkeriya Tirk bi riya balafirên şer yên bêmirov dest bi êrişeke berfireh kir. Di êrişî de stasyonên elektîrk, navendên berhemdayîna petrolê û gazê, navendên xizmetguzariyê û kargeh bûn armanc . Di dewamiya êrişên dagirkeriyê de di 25’ê Berfanbarê de di nava 24 seatan de li Qamişlo, Amûdê û Kobanê 22 cih hat hedefgirtin. Herwiha Di encamê de zerareke mezin gihişt navendên xizmetguzariyê, 8 welatî şehîd bûn û 11 jî birîndarbûn.

Rêveberiya Xweser A Demokratîk , QSD , Partî û tevgerên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyan êrişên dagirkeriyê şermezar kirin û bang NY kirin ku li hemberî êrişan helwsta xwe nîşan bide.

‘Em ê destkeftiyên gel biparêzin’

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derabrê êrişan daxuyaniyek da û tê de destnîşan kir ku ew ê li dijî êrîşan gel û destkeftiyên wan biparêzin û bang li hemû pêkhateyan kir ku wekî her care bi yekrêzî tevbigerin.  Herwiha Rêveberiyê bang li NY, koalîsyona navnetî, Rusya û Hikûmeta Şamê kir ku helwesta xwe nîşan bidin û bêdeng nemînin.

‘Yê tê hedefgirtin gel e’

Di heman çarçoveyê de Navenda Ragihandinê ya QSD`ê daxuyaniyek li ser malpera xwe parve kir û tê de diyar kir ku di êrişan de tu tiştek bi hêzên wan nehatiye û cihên hatine hedefgirtin hêzên wan lê nîn in û yê rasterast hatiye hedefgirtin gelê herêmê ye.

QSD’ê da zanîn ku li hemû qadan di serî de li hember êrîşên dewleta Tirk a terorîst û faşîst, li dijî her cure êrîşan ji her demê zêdetir ew ê gel biparêzin û wiha got: “Pêwîst e rêveberî û rejîma faşîst a Tirk zanibe ku li beramberî gelekî bûye fedaî ti şansê wê yê serketinê nîne. Yekîtiya bi zanebûn û berxwedana bi awayekî rêxistinkirî ya gelên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dikare hemû êrîşan pûç bike.”

‘Armanca êrişan têkbirina aramî û ewlehiya herêmê ye’

Derbarê êrişên dagirkeriyê de 33’ê Partî û tevgerên siyasî yên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê  bi daxuyaniyeke hevbeş êrişên hewayî yên dewlet Tirk a dagirker şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku dewleta Tirk a dagirker 23’yê Kanûnê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binesaziyê enerjiyê, navendên petrol û ceyranê bombebaran kirin. Partiyan bi tundî êriş şermezar kirin û got armanc ji van êrişan têkbirina ewlehî û îstiqrara herêmê ye. Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewamkirina êrişên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşê aloztir dike û ewlehî û îstiqrara herêmê dixe metirsiyê.

Hêjayî gotinê ku dema nûnera Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê Heyfa Mehmûd daxuyanî dixwend, balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker li nêzî cihê dayîna daxuyaniyê gelek dever bombebaran kirin.