Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Li hemberî êrîşên dagirkeriyê em ê berxwedanê gur bikin’

25/12/2023
in NÛÇE
A A
‘Li hemberî êrîşên dagirkeriyê em ê berxwedanê gur bikin’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Bi armnca têkbirina vîna gelên herêma bakur û rojhilatê Sûriyê, dagirkeriya Tirk êrişên xwe yên hovane dewam dike. Welatiyên bajarê Qamişlo êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin û banga bilindkirina asta têkoşînê kirin.

Dewleta Tirk a dagirker roj bi roj bi rengekî dijwartir û birêbazên cur be cur êrîşî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, di heman demê de êrişên xwe li ser qadên berxwedanê jî zêde kiriye. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker tu sînoran nasnake, herwiha binesaziya herêmê jî dike hedef, armanca sereke ji êrîşên dewleta tirk a dagirker tunekirina aboriya herêmê û koçberkirina gelên wê ye, li hemberî wê jî berxwedana gelan û girêdana wan bi axê ve zêde dibe.

Girêdayî êrîşên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê welatiyên bajarê Qamişlo ji rojnameya me re axivîn.

Welatiyê bi navê Siwar Xelef diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker rojane êrîş û gefên xwe li ser herêmê zêde dike û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker bi rengekî hovan êrîşî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, bi taybet binesaziya herêmê dike hedef. Herwiha bi sedema van êrîşan enerjî tê qotkirin û rêjeya avê jî kêm dibe, di heman demê de jî gaz qut dibe, bi vê yekê rewşa gel zortir dibe. Armanca êrîşan jî têkbirina destkeftiyên gel e.”

‘Gel bi axa xwe ve girêdayî ye’

Siwar Xelef axaftina xwe wiha qedand: “Em êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêma bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin, herwiha bangewaziya me ji rêxistinên navneteweyî ku li ser van kiryarên dewleta Tirk a dagirker dengê xwe bikin, da ku êrîş bên rawestandin. Ji xwe gelên me bi axa xwe ve girêdayî ye, em ê jî berevaniyê di ber xaka xwe de bikin û bi hemû derfetên xwe berxwedaniyê bidin meşandin.”

‘Em ê plan û êrişên dijmin têk binin’

Di heman çarcoveyê de welatiyê bi navê Tariq Ibrahîm diyar kir ku dewelat Tirk a dagirker dixwaze bi riya hedefgirtina binsaziya herêmê koçberiyê zêde bike û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi riya hedefgirtina binesaziya herêmê, koçberiyê zêde bike da ku planên xwe yên dagirkirinê li ser herêmên me pêk bîn e, lê çiqas dewleta Tirk êrîş bike, em ê jî berxwedaniya xwe bilindtir bikin, herwiha em ê nehêlin armanca dijmin bi riya êrîşan pêk were.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.