Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Her ku dagirkerî li qadên berxwedanê têk diçe êrişî sivîlan dike’

25/12/2023
in NÛÇE
A A
‘Her ku dagirkerî li qadên berxwedanê têk diçe êrişî sivîlan dike’
Share on FacebookShare on Twitter

 Dagirkeriya Tirk di 23’ê Berfanbarê de careke din êrîşî binesaziya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan ya Efrîn û Şehbayê diyar kirin ku dagirkerî ji ber binkeftinên xwe êrişî herêmê dike.

Zana Roj/ Şehba 

Bi armanca qirkirina gelên azadîxwaz, dagirkeriya Tirk êrişên xwe yên li dijî herêma bakur û rojhilatê Sûriyê didomîne. Di van êrişan de sivîl û binesaziya herêmê tê hedefgirtin. Faşîzma Tirk bi êrişên xwe dixwaze vîn û destkeftiyên gelan têk bibe. Herî dawî di 23’ê Berfanbarê de dagirkeriyê careke din dest bi hedefgirtina binesaziya herêmê kir. Di encamê van êrîşand de stasyonên betrol, gaz û elektirîkê li herêmê hatin hedefgirtin.

Têkildarî êrîşên dawiyê yên ku li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine kirin, endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan ya Efrîn û Şehbayê Dijle Memo û Mihemed Welo ji rojnameya me re axivîn.

`Pilanên dijmin têk diçin`

Dijle Memo destpêkê de anî ziman ku dagirkeriya Tirkiyê ji destpêka şoreşa Rojava ve dixwaze destkeftiyên gelan ku hatine bidestxistin têk bibe û wiha domand: “Faşîzma Tirkiyê bi armanc û pilanên xwe yên demdirêj  yên li dijî gelê kurd, kêliyekî jî êrişên xwe ranewstandine.  Ji seranserî dîrokê bigire heyanî niha ev weke armanceke Imparatoriya Osmaniyan ya kevin û nûjen e. Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de bi avakirina komên çete yên weke DAÎŞ ê her wiha topbaran û pilanên navnetewî her dixwast vê şoreşê têk bibe û îradeya gelan û pirojeya Netewa Demokratîk bin bixîne. Lê bi her binkeftineke dagirkeriyê li hemberî tevgera azadiyê, dagirkerî êrişên xwe yên li dijî gelan zêdetir dike.”

`Êrîşên dagirkeriyê bi hemû rengên xwe tên berdewam kirin`

Dijle derbarê êrîşên ku li ser herêmê tên kirin wiha got: “Seranserî sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sala ye ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve tê topbarankirin û hedefgirtin. Ji herêma Şehbayê bigire ya ku rojane rastî hovîtiya dagirkeriya Tirkiyê tê û derheqê gelê sivîl de bi dehan komkûjî pêk anîne. Di van demên dawiyê de faşîzma Tirkiyê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi siyaseta hedefgirtinan û balafirên bê mirov digire hedef. Di 23’ê vê mehê de careke din dagirkeriya Tirkiyê herêm toparan kir. Di van êrîşên dawiyê de careke din binasaziya herêmê yên weke fabrîke û jêdara niftê bi taybet girt hedefa xwe. Û di encam de binasaziya herêmê hat wêran kirin”.

`Êrîşên dagirkeriyê ne rewa ne û bi bêdengiya navnetewî de pêk tên`

Mihemed Welo jî tekez kir ku ev êrîş û pilanên dagirkeriyê bi awayekî ne rewa tên pêkanîn û wiha domand: “Dagirkeriya Tirkiyê ji bo xaka Kuristanê bi tavahî û ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet pilanên qirkirin û tunekirinê dide meşandin. Bê guman di van pilanan de tavahî hêzên navnetewî cihê xwe tê de digirin. Ji lewra êrîşên bi vî rengî li ser gelekî û neteweyekî êrîşên ne rewa ne û divê li hember vê yekê bertekeke cîhanî bê nîşandan.”

`Faşîzm li hemberî serkeftinan bi hêrs bûye’

Mihemed axaftina wiha bi dawî kir: “Faşîzma Tirkiyê tekez di encama hilweşandinan û binkeftinan de her car bi rêbazekê êrîşî herêmê dike. Serkeftinên Gerîlayên azadadiyê bi û çalakiyên bi bandor yên li dijî dagirkeran hêrsa dagirkeriyê zêdetir kir. Her ku li wir derban dixwe êrişî sivîlan dike. Berxwedaniya gelan, serkeftinên Gerîlayên Azadiyê û têkoşîn û îredeya ku tê raber kirin, têrkere ku faşîzma Tirkiyê bi bin bixîne û ji cîhanê re xwe îsbat bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.