Nexweşxaneya Dewletê ya navçeya Tarsûsê a girêdayî bajarê Mêrsînê ya Tirkiyê, ji bo girtiya nexweş raporeke sosret da. Ji bo Sîsê Bîngol a 76 salî ku nexweşiyên wê yên gurcik, tansiyona bilind, û nexweşiyên diyabetê hene, got, “Mayîna wê ya di girtîgehê de metirsiya jiyanî çênake.”
Her ku diçe rewşa tendirûstiya Sîsê Bîngol a 76 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê tê ragirtin, giran dibe. Teşhîsa nexweşiyên weke dil, gurcik, riya destavê, tansiyona bilind, şekir û hwd, hatibû danîn.
Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê ji bo Bîngolê biryara “Nikare bi serê xwe di zindanê de jiyana xwe bidomîne” dabû lê; Saziya Tip a Edlî rapora ku “Bi serê xwe dikare di zindanê de bimîne” da.
Bîngol ji vir sewqê nexweşxaneya dewletê ya Tarsûsê hat kirin û Desteya Tendirûstiyê ya Nexweşxaneya Dewletê, ligel ku teşhîsa nexweşiyên gurcik, şekir û tansiyona bilind danî jî, rapora ku Sîsê Bîngol dikare di girtîgehê de bimîne, da.
EV HIŞMENDIYA DIJMINATIYÊ YE
Parêzera Sîsê Bîngol Gulşen Ozbek jî , bertek nîşanî biryarê da û got, “Ligel ku pirsgirêkên mezin ên tendirûstiyê yên Sîsê Bîngol hene jî desteya tendirûstiyê ku ew muayene kirî rapora ‘Tu astengî li pêşiya mayîna wê ya di girtîgehê de nîn e’ da. Ligel ku ewqas nexweşî hatine teşhîskirin jî ev biryar da. Tu têkiliya vê raporê bi etîka tipê re nîn e. Ji pîvanên zanistiyê dûr, raporeke ku bi giştî bi hestên dijminatiyê hatî amadekriin e. Em ê serî li cihên pêwîst bidin ku ev rapora derqanûnî bê betalkirin.”






