Friday, June 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo Rêber Apo emê têkoşînê dewam bikin

30/07/2018
in Uncategorized
A A
Ji bo Rêber Apo emê têkoşînê dewam bikin
Share on FacebookShare on Twitter

Dayikên berxwedêr ên Efrînê ku niha li Şehbayê dimînin derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gotin:”Dewleta tirk a dagirker Rêberê me di zindana Îmraliyê de digire û tecrîdek giran li ser dimeşîne. Lê dilê me bi dilê Rêberê me lê dide. Em ê her dem ji bo azadiya Rêberê xwe têbikoşin.”
Dayikên berxwedêran ên Efrînê ku niha li Kantona Şehbayê dimînin bertek nîşanî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin dan û gotin: “Rêber Apo sembola azadiyê ye. Em ê jî her dem şopdarên nêrîn û ramanên sembola azadiyê bin.”
RÊBER APO JIN
RIZGAR KIR
Dayika Remziye Hesen anî ziman ku ew ê heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têbikoşe û wiha got: “Em wekî dayikên şehîdan tu carî zilma ku li Rêberê me tê kirin qebûl nakin. Rêber Apo rêya jinê û civakê bi hev re ronî kir. Civak ji xewnek kûr şiyar kir. Ji ber ku Rêber Apo kesekî demokrat û rewşenbîr e loma komployek navneteweyî li ser serê wî pêk hat. Lê em tu carî vê neheqiyê qebûl nakin. Bila dewleta tirk a dagirker baş bizanibe ku em tu carî ji fikrin Rêberê xwe qut nabin. Rêber Apo jin ji zincîra koletiyê rizgar kir. Em ê jî di rêya fikirên Rêberê xwe de têkoşîna xwe bidomînin.”
ME TÊKOŞÎNA
XWE MEZIN KIR
Dayika bi navê Zeyneb Hesen jî diyar kir ku ew tu carî çonga xwe natewînin û got: “Rast e dibe ku Rêber Apo di zindanê de be lê ew her dem di dilê me de ye. Fikrên wî yên azad di mejiyê her jinêkê de dijî. Bi saya rê û rêbazên Rêber Apo me têkoşîna xwe mezin kir. Dê Rêber Apo bi saya têkoşîna dayikên şehîdan azad bibe.”
EM’Ê TÊKOŞÎNÊ
DEWAM BIKIN
Dayika bi navê Nezîro Elo anî ziman ku ew feyza têkoşînê ji Abdullah Ocalan digire û got: “Mafê tu kesî tuneye ku Rêberê mirovatiyê di zindanê de bihêle. Ji ber ku Rêberê me jiyanek azad diparêze îro di zindanê de yê. Lê yên ku diziyê dikin û mirovan qetil dikin jî li derve ne. Rêber Apo Rêberê tevahî gelan e. Çimkî ew mafê hemû gelan diparêze. Heta dawiya emrê xwe em ê ji bo azadiya Rêberê xwe têbikoşin.”…JINNEWS/Şehba

ShareTweetPin

Herî Dawî

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye
CIVAK Û JIYAN

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye

19/06/2026
Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî
CIVAK Û JIYAN

Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî

19/06/2026
Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir
CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir

18/06/2026
Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû
NÛÇE

Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû

17/06/2026
Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê
CIVAK Û JIYAN

Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê

17/06/2026
MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE
HAJMARA PDF

MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE

17/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.