Rojnameya Ronahî

Planên li ser demografîya Kurdan

 Sîpan Şînda

 Her çend di demê Osmanîyan de jî Kurd di bin zilm û pêstûrîyê de bûn, lê belê piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, Kurd bi awayekî sîstematîk ketin di bin pêstûrî, bişavtin û qirkirina çar dewletên ku Kurdistan dagirkirine de.

Ji ber ku ev her çar dewlet jî dizanine ku ew li ser welatê Kurdan bi cih bûne, her û her tirsa desthilatdariya wan ya li ser Kurdistanê ji destê wan biçe di zikê wan de weke kurmekî hinavê wan dixwe. Ji ber wê, ew jî eve sed sal in çi hêz û quweta bi wan re heyî, çi fen û fîtên bi wan re heyî hemî li himberî Kurdan şixwilandine da ku wan bi qelînine. Lê xêr ji Xwidê, heta niha ji nekarîne Kurdan ji qada dîrokê rakine. Belê gelek qetlîam li serê wan de anîn, ziman û çanda Kurdan qetil kirin û dizîn, malên wan talan kirin, lê dîsa jî nekarîn Kurdan xilas bikine. Ev sed sal in, bi sedan caran planên xef çêkirin ka wê çawa Kurdan ji bi giştî qir bikine. Yek ji van planên herî bi tehlûke jê plansaziya şênîyan e. Ango plansazîya malbatê ye. Bi taybetî jî dewleta Tirk di vî warî de gelek serê xwe êşandî ye gelek plan li ser Kurdan çêkirine ka wê çawa bi awayekî sîstematîk jimara Kurdan bi destê Kurdan bide kêmkirin. Mixabin li Bakûrê Kurdistanê di vî warî de hema bêje serketîne û gelek Kurd bi vê lehîstûka wan xapane.

Jixwe her çar dewlet jî, her yekê di alîyê xwe de geh Kurdan qetil dikin, geh cih û warên wan xirab dikin û wan penaber dikin, geh wan sergum dikine. Çar dewletên neyar ne bes bûn, îca niha hinek Kurd jî li ser navê “modernîzmê” tevilî vî karwanî bûne û piştgirîya planên neyarên Kurdan yên li ser guhertina demografîya Kurdan li Kurdistanê dikine. Neyarên Kurdan, ev bi sedan salane vê dikine. Geh Kurd sergunî Anatoliya navîn kirin, geh sergunî Girîtê kirin, geh sergunî Xorasanê kirin, geh sergunî Qefqas û Balkana kirin. Îro jî berê sed hazaran Kurd didine Ewropa û li Rojava û li Kerkûkê heman tiştê dikine û demografîya erdnîgarîya Kurdistanê diguherîne. Lê divê îca Kurd li hemberî vê plana neyaran hişyar bibine û li gorî wê tevbigerine. Yek, divê Kurd li herçar parçên Kurdistanê û li Ewropa zarokan zêde çêkine û wan baş perwerde bikine. Bi taybetî jî li Bakûrê Kurdistanê, divê Kurd di vî warî de gavên girîng bavêjine û planên demdirêj çêkine. Da ku bikaribin li Bakûr û Tirkiyê jimara şênîyên Kurd zêde bikin û di sîyaseta Tirkiyê de bibin xwedî gotin. Dudu, çi Kurdê ku bizewice divê herî kêm pênç zarokan çêke. Da ku heta 2050 yê li bakûr bikaribin di warê polîtîk de xwedî gotin bin û di meclîsê de bikaribin tişta bixwazin bi dest xwe ve bînin. Nexwe bi vî hawî wê heta 2050 yê jimara Kurdan gelek bê qîmet bibe. Jixwe tu sergunkirina Ewropa û bişaftina çandî û zimanî ji lê bikî hema bêje wê Kurd li Bakûr nemînin. Sê, divê xwendayên Kurdan jî di vî warî de mentalîta xwe biguherîne û li hemberî bişaftina ziman, çand û li ser mejîyê zarokên Kurdan ya ji alîyê dagirkeran ve tê kirin bisekinine. Divê wê tirsa “wê min ji kar bavêjine” ji ser xwe bavêjine û xwedî li nirxên xwe yên netewî derbikevine. Ev peywireke exlaqî û etîkî ye li ser her Kurdî.

Di Kurdî de dibêjine maka hezar gotinan gotineke. Ango divê Kurd jî êdî ji xwe re planan çêkine da ku bikaribin li ser vê dinê hebûna xwe bidine dûmandin.