Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Herêma Şehbayê xebatên xwe yên bi rêxistinkirinê berdewam dike. Komîte bi armanca ku eşîrên Kurd û Ereb bên bi rêxistinkirin komîteyan ava dike. Koordînatorê Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Şehbayê Mihemed Xidro got, “Divê êlên Efrînê li dijî dagirkeriyê yekîtiya xwe ava bikin.”
Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Herêma Şehbayê bi mebesta êlên Kurd û Ereb bêne birêxistinkirin, komîteyan ava dike.
Piştî lidarxistina civîn û girtina nêrînên êlên Ereb û Kurd ên li Şehbayê, Komîteya Têkiliyên Diplomasî bi armanca birêxistinkirina wan û şikandina siyaseta ku tevliheviyê belav dike, komîteyên êlan ava dike.
Heta niha komîteyê, komîteyek li navçeya Til Rifatê ava kir û ew wê li Kefer Naya, Kefer Nasih û Ehrezê komîteyan ava bike.
Her komîteyek ji 7 heta 10 endaman, di nav de berdevkên komîteyê pêk tên. Her wiha komîte ji bo danîna plansaziyên xwe wê her 15 rojan carekê bicivin.
Koordînatorê Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Şehbayê Mihemed Xidro li ser armanca avakirina van komîteyan axivî.
Xidro diyar kir ku wan civîn li dar xistin, komîte ava kirin û wê xebatên xwe ji bo birêxistinkirina hemû êlên Şehbayê bidomînin û got: “Armanca me ewe ku êlên herêmê hîn bêtir bi rolên xwe rabin.”
Mihemed Xidro got, “divê êlên ku li Efrînê dimînin ji bo derxistina dagirkeriya tirk ji Efrînê refên xwe bikin ye.”…ANHA






