Bi armanca peydakirina ava vexwarinê ji gundên Cehber ê rojhilat û Siwêdiyê projeya kişandina boriyên nû hate destpêkirin.
Tîmên sererastkirinê yên ava vexwarinê li herêma Tebqayê bi hevkariya rêxistina ‘Bi hev re ji bo El-Curniyê’ beriya demekê projeya kişandina boriyên ava vexwarinê da destpêkirin.
Xebatên kişandina boriyan ji bo peydakirina ava vexwarinê ji 3 hezar welatiyên gundên Cehber ê rojhilat û Siwêdiyê yê biçûk re bê navber berdewam dikin. Girêdayî mijarê endezyarê çavdêriya projeyê Esaf Taha wiha got: “Boriyên kevn wê bi boriyên nû bêne guhertin.”
Taha destnîşan kir ku projeya wan di nîvê meha Tebaxê dê wê bi dawî bibe.
Şaredariya Gel a Tebqayê niha bi rêya tankeran ava vexwarinê li van gundên navborî belav dike…ANHA






