Friday, June 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sûka El-Qiwetlî nîşaneya pêşketina bajare

30/07/2018
in Uncategorized
A A
Sûka El-Qiwetlî nîşaneya pêşketina bajare
Share on FacebookShare on Twitter

Şêniyên bajarê Reqayê pêdiviyên xwe ji sûkên gelêrî dikirin. Sûka El-Qiwetlî ya kavn yek ji sûkên kevnar e ku bi destpêka avakirina bajarê Reqayê re ava bû û şahidiya dîroka Reqa ya nûjen dike.
Sûka Kevn a bajarê Reqayê ku bi navê kolana El-Qiwetlî tê naskirin, ji girîngtirîn û kevntirîn sûkên bajêr e. Koçer û şêniyên Reqayê mişteriyên daîmî yên sûkê bûn. Rîs, nivîşk, mast, penêr û berhemên çandiniyê bi hev diguhartin. Di sûkê de hemû pêwîstiyên şêniyên gundewarên bajêr û koçeran peyda dibin.
Avakirina sûkê bi dîroka bajarê Reqayê ve girêdayî ye. Dîroka sûkê nagihîje dîroka Dîwara ku di dema El-Reşîd de ava bûye yan jî dîroka avakirina deriyê Bexdayê, lê li gorî kal û pîrên bajêr temenê sûkê 200 sal e.
Xwediyên dikanên yekemîn li Sûka Kevn anî ziman ku dema bavên wan hatine bajêr, sûk mîna girekê bûye. Li aliyê sûkê yê rojava bazara pez û li aliyê başûr jî çerxêriya El-Saet heye ku niha wek Qada Agirkujê tê naskirin.
Xwediyên dikanên kevn li sûkê niha heman tiştan difiroşin. Mînak; xwediyên dikana pûrtên ajalan û cilên ku ji çermê ajalan çêdibin, heta niha vî karî dikin û ev cure cil bi awayekî pir di nav şêniyên gundewar û koçberên ereb de belav bûye û bi taybet di werza zivistanê de.
Li ser dîroka sûkê xwediyê dikanekî li Sûka Kevn Ebdulrehman El-Sultan yê 70’ê salî wiha got: “Dema malbata min hat Reqayê ez biçûk bûm. Pira ku niha heye di wê demê de tune bû. Em bi rêya keştiyê ji herêma El-Sixnê derbasî Reqayê bûn û me yekemîn dikana penêr û mast li sûkê vekir.”
Di destpêka avabûna sûkê de, koçberên ereb û xwediyên dikanên bazirganiyê (El-Suxanî) made bi hev diguhertin. Koçberên ereb û şêniyên gundewaran nivîşk, mast, penêr û rîs dianîn dikanan û bi madeyên din wekî şekir, zeyt, sabûn, birinc û her wekî din diguhertin.
Dikanên mast, penêr û firotina pêdiviyên konên ku ji hiriya sewalan dihatin çêkirin ji werîs (ben), hesin û derzî, yekemîn dikanên sûkê hatin vekirin. Bazirganên ku ji herêma El-Suxne (herêmeke girêdayî gundewarên rojhilatê Humsê ye) ku bi navê El-Suxanî li herêmê dihatin binavkirin, ji avakerên sûkê ne.
Sûka Kevn li Reqayê heviya çîna xizan a ji şêniyên gundewar û bajar e. Sûka Kevn, sûka herî bi nav û deng li gel şêniyên Reqayê ye. Ji çerxeriya El-Saet rojava dest pê dike û heta Dîwarê El-Reşîd li aliyê rojhilat e. Sûk navenda çalakiyên aborî û bazirganiyê ye.
Sûk nêzî navenda bajêr e. Sûka El-Qiwetlî gelek berfireh bû û di nav kolanên bajêr ên ku niha bûna sûkên sereke şax da. Heta niha kolana kevn cihekî wê yê taybet li gel şêniyên Reqayê heye û dikanên wê yên herî bi nav û deng in.
Piştî gelek pêşketinên ku li bajêr rûdane, niha şêniyên gundewarên wê û koçberên ereb pêdiviyên xwe bi pereyan ji sûka kevn dikirin. Sûk heta niha mîrat û muşteriyên xwe parastiye…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye
CIVAK Û JIYAN

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye

19/06/2026
Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî
CIVAK Û JIYAN

Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî

19/06/2026
Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir
CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir

18/06/2026
Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû
NÛÇE

Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû

17/06/2026
Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê
CIVAK Û JIYAN

Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê

17/06/2026
MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE
HAJMARA PDF

MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE

17/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.