Şêwazên derxisitina avê yên kevn heta niha li gundên başûrê navçeya Til Hemîs li Bakurê Sûriyê tên bikaranîn. Av bi rêya dewlikan ji bîran tê derxistin.
Di demên borî de mirov dewlik (satil) ji bo derxistina avê ji bîran bi kar dianîn. Lê, ev şêwaz hat jibîrkirin.
Piştî ku çeteyên DAIŞ, Nusra û Ehrar El-Şam herêm dagirkirin, binesaziya herêmê hat talankirin û amûr û alavên pêwîst dizîn û her wiha piştî qutbûna ceyranê şêwaza derxistina avê ji bîran bi dewlikan ji nû ve li gundê Xirbit Umer û mezraya Xirbit Umer vejiya.
Bi dehan gundên başûrê navçeya Til Hemîs ji ber kêmbûna avê zehmetî dikişandin. Ji ber wê şêniyên gundê Xirbit Umer û mezraya Xirbit Umer bîrên bi kûrahiya 2-4 metre kolandin û av bi rêya dewlikan derxistin.
Şêniyên gund ji bo derxistina avê ji bîrên ku bi hev re kolandine, dibin alîkar…ANHA






