Rojnameya Ronahî

Jinên TEV-DEM’ê, komkujiya Parîsê ya 2’yemîn bi bîrxstin û şermezar kirin

 Reşo Mihemed/Qamşlo

Nivîsgeha Jinê ya Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) bi armanca bibîrxistina salvegera Komkujiya Parîsê ya 2’yemîn û şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker têkildarî hedefgirtina jinan, daxuyaniyek da.

Îro di seat 12’an de Nivîsgeha Jinê têkldarî salvegera şehadeta endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî) ya ku di komkujiya 2’yemîn a Parîsê de, li pêşiya navenda TEV-DEM’ê ya bajarê Qamişlo, daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi zimanê kurdî û erebî hate xwendin û hemû jinên girêdayî TEV-DEM’ê tevlî daxuyaniyê bûn, daxuyanî jî wiha ye:

Di daxuyaniyê de bal hat kişand ser Komkujiyên Parîsê ya yekem û Nameya Hêviyê ya Rêber Apo:“ Herwiha bi boneya bîranîna duyemîn a salvegera şehadeta pêşengên tekoşerên gelê me di komkujiya Parîsê de, em bi rêz û hurmet li pêşberî mezinahiya şehîdên ku ji bo rawestandina rijandina xwînê li Rojhilata Navîn  û cîhanê xwe feda kirine, radiwestin. Em di serî de şehîd Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û Ebdulrehman Kizil şehîdên Komkujiya Parîsê ya 2022’an bi bîr tînin.Weke ku hûn dizanin; Rêberê gelê kurd Ebdullah ocelan di 2009’an de di bin nave Nameyên Hêviyê de, dewleta Tirk a faşist hişiyar kiribû û diyar kiribû  ku rêya çareseriyê, aştî, wekhevî û dawîanîna li qirkirinê ye, banga biratiya gelan û Tirkiyeke demokratîk kiribû. Herwiha hişiyarî  dabû  dewleta Tirk ku heger di siyaseta inkarê de berdewam be, dê hebûn û pêşeroja xwe jî  wenda bike. Lê belê hişmendiya faşîst ya hevpeymana AKP-MHP’ê ku mîna hemû rêjîmên diktator û xwînmij, siyaseta qirkirin, wêrankirina kurdistan, terorkirina tekoşer û berxwedêrên gelê me daye pêş, di bin navê mafê mirovan de hemû mafê mirovan binpê kiriye û di bin nave biratiyê de zindanên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê ji berxwedêr û tekoşeran tijî kiriye. Dewleta faşist ya Tirk di bin navê kiryarên dijmirovî de di salên 1990’î de bi hezaran tekoşer û rewşenbîrên gelê me tesfiye kiriye  û bi hezaran gund, navçe û bajarên kurdan wêran kiriye. Lewra siyaseta tesfiyekirinê beşeke mezine ji siyaseta AKP-MHP’ê li himber gelê me û Komkujiya Parîsê ya yekemîn  di 9-1-2013’an de ku tekoşer Sakîne Cansiz û hevalên wê şehîd ketibûn. Herwiha  Komkujiya Parîsê ya duyemîn jî di 23’ê Berfanbara 2022’ê ku tekoşer Evîn Guyî û hevalên wê hunermend Mîr Perwer û welatparêz Ebdulrehman Kizil, di êrîşa li ser Komela Ehmed Kaya ya çandê ya kurdî li Parîsê   şehîd ketibûn. Rasterast berdewamiya siyaseta qirker ya AKP-MHP’ê ye û tu kes nikare gelê me bixapîne ku kesên bi van komkujiyan rabûne kesên nexweşin an jî nijadperstin firensîne, em baş dizanin ku mîta dewleta faşist ya Tirkiyê , çeteyên AKP-MHP ê ne, êrîşa li ser jin di kesayeta van şehîdan de êrîşa li ser mirovatî , demokrasî  û pêşeroja gelê meye, baş metirsî û hovitiya AKP-MHP- li hemberî jina azad, tekoşer û maskên li ber rûyê faşizma Tirkiyê anî xwarê. ”

Nivîsgeha Jinê ya TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de hedefgirtina jinan ji aliyê dewleta Tirk a faşist şermezar kir û wiha banga xwe anî ser ziman:“Em şehîdxistin û hedefgirtian jinan û tekoşeran li ser destê mîta Tirkiyê şermezar û bi tundî lanet dikin, em şehîdên mirovatiyê,azadiyê û demokrasiyê bi bîrtêxin û di serî de şehîd Evîn Goyî, Sakîne û rêhevalên wan û li ser bîranîn û vîna wan em soza berdewamiya tekoşîna jina azad didin û em ê tola wan li erdê nehêlin,herwiha di bîranîna komkujiya parîsê ya duyemîn de û şehîd bûna heval Evîn Goyî de em weke Buroya Jin a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bang li gelê xwe dikin ku di hemû qadan de  beşdarî roja bîranîna şehîd Evîn Goyî, Mîr perwer û Ebdulrehman Kizil yên di Komkujiya Parîsê de şehîd ketibûn bibin. Em jî soza şopandina rêya wan bi berpirsiyariya exlaqî ya tevahî didin. Em bang li raya giştî ya cîhanî û saziyên navnetewî dikin  û di serî de dewleta firensayê û civaka wê ku rastiya van komkujiyan zelal bikin, dewleta tirkiyê mehkûm bikin û darizînin, îdî bese ji razîkirina tirkiyê re, bese ji nixumandina li ser tawanên wê re, bese ji rijandina xwîna gel û tekoşerên me li ser destê dewleta faşist ya Tirkiyê. Bijî berxwedana jina azad,  Jin jiyan azadî.  Şehîd namirin , şehîd namirin. ”