Şêniyên gundên rojavayê Kobanê di nava metirsiyên ji ber ambargoyê de dest bi berhevkirina berhemên fistiqan kir.
Herêmên li ser çemê Firatê di aliyê çandina darên fêkiyan de dikevin rêza 3`yemîn li ser asta Bakurê Sûriyê. Ev yek ji ber rewşa wê ya hewayê û zeviyên avî ye.
Li kantona Kobanê çandina daran li gundên rojava tê kirin, di serî de jî darên fistiqên Helebî. Ji ber ku axa wê ji bo çandina wan daran kêrhatî ye.
Li gorî cotkaran rêjeya çandina darên fistiqan ên bi navê “fistiqên helebî” tên naskirin, li gundewarên rojava zêdetirî 35 hezar daran e.
Berhemên darên fistiqan li gorî lênerîna cotkaran e. Ji ber ku her çi qas cotkar darên xwe av bidin û lê binêrin, ew qasî dê berhemên wan baş bin.
Li kantona Kobanê ji ber kêmbûna barîna baranê bandoreke neyînî li berhemên fistiqan hat kirin. Cotkaran got ku ji ber vê yekê berhemên wan ne baş bûn.
Beriya çend rojan cotkaran dest bi berhevkirina berhemên fistiqan kirin. Cotkarê bi navê Mihemed Seydo got îsal berhemên wan ne wekî salên din in. Seydo diyar kir ku ew ji ber ku dibe nikaribin berhemên xwe derxin derve, di nava metirsiyan de ne…ANHA






