Rojnameya Ronahî

‘Guhê xwe bidin hêz, deng û heqîqeta Abdullah Ocalan’

Parlamentera Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM) a Şirnexê Newroz Ûysal di axaftina xwe ya li ser bûdçeya Wezareta Edaletê ya li Meclîsê de, li hember tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bertekên hişk nîşan da.

Newroz Ûysal di axaftina xwe de bi bîr xist ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan ê 25 sal in li Girava Îmraliyê ya Tirkiyeyê girtî ye, her ku diçe kûrtir dibe.

Newroz Uysal “Polîtîkayên Îmraliyê yên Netewî” nirxand û destnîşan kir ku hikûmetê bi van polîtîkayan rê nade ku rastiya çareseriya Abdullah Ocalan bigihêje civakê.

Newroz Ûysal, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê çavkaniya bêhiqûqiya li Tirkiyeyê ye û diyar kir ku ev 25 sal in ev rewş didome û her ku diçe kêmasiya ragihandinê kûrtir dibe.

Newroz Ûysal teblîxkirina li gel parêzaran cezayên displînê û biryarên qedexekirinê yên ji bo Abdullah Ocalan rexne kir û diyar kir ku biryara tedbîrê ya Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya di 6’ê Îlona 2022’an de ji aliyê Tirkiyeyê ve nehatiye sepandin.

Newroz Ûysal di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku fikrên Abdullah Ocalan bi çalakiyên ku li gelek welatên cîhanê tên lidarxistin hatin nîqaşkirin û hembêz kirin û diyar kir ku divê Tirkiye vê rastiyê paşguh neke.

Newroz Ûysal herwiha ji bo demokratîkbûn, aşitî û azadiya li Tirkiyeyê banga rakirina tecrîdê kir.

Newroz Ûysal di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a Tirkiyeyê divê ji bo azadiya Abdullah Ocalan em denge xwe bilind bikin.

Newroz Ûysal wisa axivî: “Parlementerên rêzdar, siyaseta ku Tirkiyê xizan dike, civakê ji hev vediqetîne û dike dijminê hev bidin aliyekî û bi hêz, deng û heqîqeta Abudullah Ocalan re rûbirû bimînin ku dibêje “Ez dikarim di hefteyekê de îhtîmala aştiyê çareser bikim.” Divê şert û mercên tecrîda mutleq ku sûcê mirovahiyê ye, ji holê bê rakirin û her kes ji me ne tenê tecrîda li ser Abdullah Ocalan berpirsiyariya azadiya Abdullah Ocalan, bigire ser milê xwe. Niha li welatekî ku em nikarin navê wî jî bêjin Abdullah Ocalan tê nîqaşkirin,  Abdullah Ocalan tê axaftin, xwedî li hizr û ramanên Abdullah Ocalan tê derketin. Em jî li vir dibêjin ku, ji bo çareseriya rasteqîn, ji bo pêşerojeke hevpar a rast, ne bêhiqûqiyê guhê xwe bidin azadiya Abdullah Ocalan hizr û ramanên wî û tecrîda mutleq biqedînin.”

Herwiha girêdayî vê yekê Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê gotin, “Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe, em her cûre çalakiyan rewa dibînin.

Greva birçîbûnê ya dorveger a girtiyên siyasî ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Mijdarê de destpê kir, dewam dike. Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya bi Hejmara 2’emîn a Kiriklar a Bûcayê bi rêya parêzerên xwe peyamek şandin.

Banga mezinkirina çalakiyan li gel hate kirin

Peyama girtiyan bi vî rengî ye:

“Beriya her tiştî weke girtiyên azad em hemû welatparêz, aştîxwaz, demokrat û parêzvanên mafên mirovan ji dil silav dikin. Weke 32 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha bi Hejmara 2’emîn a Kiriklar a Bûcayê, bi coş û moraleke mezin em tevlî kampanya ‘Azadî ji Abudullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ bûn. Bi biryardariyeke mezin em çalakiya xwe ya greva birçîbûnê dewam dikin. Dost û dijmin dizanin ku Birêz Abdullah Ocalan ji bo me di ser her tiştî re ye. Li Tirkiye û Rojhilata Navîn garantiya aştî, azadî û demokrasiyê Abdullah Ocalan e. Her kes baş zane ku Birêz Ocalan muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd e.

Ji bo azadî û hebûna Abdullah Ocalan em amade ne ku her cûre çalakiyan bikin, bi her awayî berpirsyariyê bi cih bînin. Vê gavê hefteyê du hevalên me bi dorveger tevlî greva birçîbûnê dibin. Em ji rayedarên dewletê û hevkarên wan ên li cîhanê re dibêjin; heta ku Abdullah Ocalan azad nebe her cûre çalakî ji bo me rewa ye. Û em amade ne bi her awayî fedakariyê bikin. Em zanin ku dilê malbatên me û gelê me bi me re ye û ji dil û can piştgiriyê didin çalakiya me. Her wiha em careke din bang li gelê xwe dikin; piştgiriya xwe ya ji bo me hîn mezin bikin, bi çalakiyên cihêreng azadiya Abdullah Ocalan û Kurdistanê hîn nêz bikin.