Friday, June 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Destûra Bingehîn bê me nabe

30/07/2018
in Uncategorized
A A
Destûra Bingehîn bê me nabe
Share on FacebookShare on Twitter

Berpirsyarê Komîteya Têkiliyên Derve ya TEV-DEM’ê Salih Muslim li ser hevdîtina heyeta MSD’ê ya bi rêjîma Sûriyê re diyar kir ku mesele bi hevdîtinekê çareser nabe û wiha got, “Ji bo her du aliyan tê wateya hewldana ji bo fêhmkirina niyeta baş û afirandina baweriya bi hev.” Muslim destnîşan kir ku destûreke bingehîn ya ku bê avakirin jî bê hêzên Bakurê Sûriyê nabe.”

Salih Muslim li ser hevdîtina heyeta MSD’ê ya bi hikumeta Sûriyê re axivî û diyar kir ku wê veger li sîstema berê ya dîkatorî nebe. Muslim got, “Em dixwazin sîstema xwe ya demokratîk li gelemperiya Sûriyê belav bikin.”
Heyetek ji Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD’ê roja 26’ê Tîrmehê çû Şamê û yekem car bi rayedarên hikumeta Sûriyê re hevdîtineke fermî pêk anî. Berpirsyarê Komîteya Têkiliyên Derve ya TEV-DEM’ê Salih Muslim hevdîtina heyeta MSD’ê ya bi rêjîma Sûriyê re nirxand.
Muslim diyar kir ku hevdîtin bi daxwaz û vexwendina fermî pêk hat û got, “Heyetek ji Bakurê Sûriyê çû. Ji bo komîteyeke amadekar ya jî fêhmkirina nêzîkatiya rejîmê, ku cidî ye yan na, heyet çû Şamê. Lê em naveroka hevdîtinê baş nizanin.”
Muslim diyar kir ku mesele bi hevdîtinekê çareser nabe û wiha got: “Hevdîtin cûda ye, diyalog cûda ye, danûstandin cûda ye. Prosedur, rê û rêbazên her kesî cûda ye. Her kes xwedî rêbazekê ye. Ya ku niha tê kirin pêşhevdîtin e. Yanî ji bo her du aliyan tê wateya hewldana ji bo fêhmkirina niyeta baş û afirandina baweriya bi hev. Eger di vê mijarê de rewşeke erênî derkeve holê wê gavên din jî din jî dikarin bên avêtin.”
DESTÛRA BINGEHÎN BÊYÎ ME NABE
Li ser nîqaşên derbarê destûra bingehîn a Sûriyê de jî Muslim got, “Destûreke Bingehîn a ku Nûnerên me di amadekirina wê de nîne, qebûl nabe. Li Soçiyê tiştekî wiha heye. Ji her du aliyan 50 kes hene. Ji delegasyonên mûxalefetê û rejîmê wê 50 kes biçin. Di nava ‘mûxalefetê de jî wê 2 Kurd hebin. Biryara di vê mijarê de di destê Stenbolê, ya jî Tirkiyê de ye. Lê belê zanin ku eger em nebin, nabe.”
Em jî bi awayekî vekirî dibêjin; eger em bi nasnameya xwe, bi îradeya xwe tevlî destûra bingehîn an jî qanûnekê nebin, ew destûra bingehîn û qanûn ji bo me derbas nabe, ya jî nepêkan e ku bi cih were anîn. Ti biryara ku em bi nasnameya xwe tevlî nebin, me eleqedar nake. Ji bo ev hevdîtin rê li ber çareseriyê veke, pêwîste di mijara destûra bingehîn de hevdîtineke hevpar bê kirin. Eger em di pêvajoya danûstandinan de bi pêş ve biçin, teqez wê komîsyoneke destûra bingehîn jî hebe. Wê gelek komîsyon hebin. Qanûn, polîtîka, her mijar wê yek bi yek bên nîqaşkirin.”…ANF

ShareTweetPin

Herî Dawî

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye
CIVAK Û JIYAN

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye

19/06/2026
Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî
CIVAK Û JIYAN

Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî

19/06/2026
Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir
CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir

18/06/2026
Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû
NÛÇE

Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû

17/06/2026
Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê
CIVAK Û JIYAN

Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê

17/06/2026
MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE
HAJMARA PDF

MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE

17/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.