Endamê Hizba Komunîsta Îranê (Komele) Enwer Elî eşkere kir ku ji bo rewşa Îranê ew ne li gel destwerdana dervene û diyar kir ku ji bo rewşa Îranê divê sûd ji ezmûnên Rojavayê Kurdistanê werin girtin.
Endamê Rêxistina Kurdistan a Hizba Komunîsta Îranê (Komele) Enwer Elî derbarê nakokiyên navxweyî yên Îranê, rêyên çareseriyê û nexşerêya PJAK û KODAR’ê ji bo çareseriyê eşkere kirî axivî.
Enwer Elî eşkere kir ku ji bo rewşa Îranê ew ne li gel destwerdana dervene û diyar kir ku ji bo rewşa Îranê divê sûd ji ezmûnên Rojavayê Kurdistanê werin girtin û got; “Li Iraqê û Afganistanê destwerdana derve hate ceribandin û encamên wê jî hatin dîtin. Lewma ji bo rewşa Îranê, em ne li gel destwerdana dewletekî dîktator û sermayedar in û em red dikin. Baweriya me bi raperînê heye ku ji aliyê gelê Îranê ve be.”
Enwer Elî diyar kir ku baweriya wan bi têkoşîna çîna karker û kedkar heye û got ku bi çîna karker dikarin îradeyekî azad çê bikin.
DIVÊ GELÊN ÎRANÊ XWE BIRÊXISTIN BIKIN
Elî bal kişand ser girîngiya ezmûnên Rojavayê Kurdistanê ku gel bi xwe xwe rêve dibe û wiha pêde çû; “Ezmûnên Rojavayê Kurdistanê baş e û dikarin sûd jê bigirin. Divê gelên Îranê xwe bi rêxistin bikin û weke Rojava xwedî bername bin. Ev ezmûnekî serketiye û destkeftiyekî mezin e li Rojhilata Navîn e. Ji bo pêşeroja Îranê jî gelek sûdên wê hene.”
Enwer Elî der barê nexşerêya PJAK û KODAR’ê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên Îranê jî wiha got; “Komera Îslamî ya Îranê qet baweriya wê bi aştiyê nîne. Mafê gelên Îranê nas nake û wê nexşerê qebûl neke.
Endamê Rêxistina Kurdistan a Hizba Komunîsta Îranê (Komele) Enwer Elî têkildarî parastina rewa ya di nava nexşerêya PJAK û KODAR’ê de wiha destnîşan kir; “Divê timî baweriya Kurdan a ji bo parastina mafê xwe hebe. Lê divê di serî de civakê rêxistin bikin û bi bername kar bikin.”…ROJNEWS






