Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’

20/12/2023
in NÛÇE
A A
‘Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’
Share on FacebookShare on Twitter

Reşo Mihemed/ Qamişlo

Bi hezaran şêniyên kantona Cizîrê bi durşmeya ‘Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Apo û piştgiriya berxwedana girevên birçîbûnê yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, meşeke  girseyî li bajarê Qamişlo  li dar xistin.

Îro di seat 11’an de şêniyên kantona Cizîrê li dijî tecrîda girankirî ya ku bûye nêzî 3 salan li ser Rêber Abdullah Ocalan tê kirin, herwiha piştgirya berxwedana giravên berçîbûnê yên ku li Bakurê Kurdistanê, meşek li dar xistin.

Meş li ser asta kantona Cizîrê bû, Hemû saziyên Rêveberiya Xweser, Tevgera Civaka Demokartîk( TEV-DEM) Meclisa Malbatên Şehîda, mamoste, rewşenbîr û tevgerên jinan û partiyên siyasî tevlî meşê bûn.

Herwiha meş ji Çerxereya Sonî ya li bazara navendî ya Qamişlo dest pêkir. Di meşê de şêniyan wêneyên Rêber Apo li jor bilnd kirbû û bi silogana ‘ azadî ji bo Rêberê netewî, bijî berxwedana zindanan.’ diqêriyan. Meş heta pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê domand.

Meş li wir veguherî mîtîng, piştî ku hemû kesên beşdar xuleyeke rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan bêdeng rawestiyan û piştre Ciwanên PYD’ê bi daxuyaniyekê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo şermezar kir. Herwiha Ciwanên PYD’ê bang li rêxistinên mafê mirovan yên cîhanî û CPT’ê kirin ku destwerdanê di siyasta dewleta Tirk û komlogeran de bikin û Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin.

Herî dawî jî li ser navê Insiyatîfa Gel a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şaha Xelîl wiha axivî: “Em çalakiya girava birçîbûnê ji vir heta Îmraliyê silav dikin û piştgiyê didin wan kesên berxwedêrên zindanan, dikin. Herwiha armanca dewleta Tirk a faşist û hêzên komploger ji komploya ku li ser Rêbertî hat meşandin û tecrîda ku têkirin, qutkirina gel ji Rêber Apo ye. Lê Rêbre Apo bi fikr û felsefeya xwe azad e, pirojeya Rêber Apo bedewam û azad e. Gelên me jî her seat, kêlî û xulek xwe li ser bingeha felsefeya Rêber Apo bi rêxistin dike. ”

Herwiha ‘Bultena Tecrîdê’ ya ku her 15 rojan ji bo Rêber Apo, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş derdikeve, derket. Di vê bultenê de hat diyarkirin ku ji 25’ê Adara sala 2021’ê de tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan û her 3 kesên din nayê girtin.

Di wê bultenê de jî hate destnîşankirink ku di 4’ê Berfenbarê de erdhejek li Gemlîkê çêbû, Buroya Hiqûqê ya Asrinê û malbata Rêber Abdullah Ocalan û malbatên her sê girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê ji bo hevdîtinê bi Rêber Apo re pêk bînin, serlêdan kirin.

Armanca girava birçîbûnê ya ku di 27’ê Mijdarê de li girtîgehan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hate destpêkirin. Di heman demê de Nobeta Edaletê ya ji bo piştgiriya ji bo girevên birçîbûnê li Amed, Mêrsîn, Wan, Edene û Stenbolê hatin destpêkirin hat kirin.

Ji ber vê yekê jî şêniyên kantona Cizîrê bi meşekê girseyî tecrîda li ser Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û piştgirî dan berxwedana girevên berçîbûnê û azadîxwazan.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.