Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Aloziya Têkeliyên DYA-Tirkiye -1-

30/07/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Aloziya Têkeliyên DYA-Tirkiye -1-
Share on FacebookShare on Twitter

Heta niha tucarî Enqere ji aliyê Washingtonê ve ewqasî nehatiye tehdîtkirin. Herçiqasî girtîbûna rahîbekî li Tirkiyeyê weke sedem were nîşandan jî, di bingeha xwe de, şikestineke ciddî ya têkeliyên DYA û Tirkiyeyê heye. Dîrokîbûna van têkeliyan û kûrbûna berjewendiyên ji hevdû yên aliyan, bi mirov dide gotin ku ewê çareserî an li ser esasê wê menfaetê be, an jî wê rêveberiya Enqerê bide guherîn! Lewra, di dîroka van têkeliyan de, ev hertim bi vî rengî pêk hatiye…
Destpêka nêzîkatiya di navbera Tirkiye û Amerîkayê de, hê di dema Atatûrk de çê bûbû. Ku peyameke namdar a Ataturk ji bo gelê Amerîkî hebû, li sînemayên Amerîkayê dihate pêşkeşkirin. Lê xurtbûna vê têkeliya bi rêveberiya Washingtonê re, rastî salên piştî şerê duwemîn ê cîhanê tê. Di vê demê de, Yekitiya Sovyetan ragihand ku di dema derbasbûna tengavên Çanakkale û Bosforusê de Tirkiye li hemberî wan astengî derxistiye. Ji ber vê astengiyê jî peymana dostaniyê ya sala 1923 yan a bi Tirkiyeyê re careke din nû nekir. Piştî vê pêşketinê rêvebiriya Enqerê berê xwe da rojavayê cîhanê. Vê helwesta Tirkiyeyê di çavên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de ku dest bi şerê sar kiribû pêşketineke erênî bû.
Lewra, cîh û rewşa stratejîk a li rojhilata navîn a Tirkiyeyê, cîrantiya wê ya bi Yekitiya Sovyetan re û dîsa kontrola wê ya li ser Tengavên Çanakale û Stenbolê ji bo Waşîntinê gelekî girîng bû. Ji xwe piştî şer Amerîkayê dest bikampanyayeke navneteweyî ya dijberiya komunîzmê kiribû. Mîmarê vê kampanyayê Serokdewletê hingê yê Amerîkayê Harry Truman bû. Di çarçoveya vê kampanyayê de Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê tevî Yunanîstanê Tirkiye jî girt nava welatên ku ewê alîkariya wan bikin.
Navê vê plana alîkariyê jî ku gelek dewletên Ewropayê jê sûd wergirtin, alîkariya Marshal bû. Di çarçoveya vê planê de Tirkiyeyê sed milyon dolar alîkariya leşkerî û aborî ji dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wergirt. Şertê vê alîkariyê jî dijberiya Yekitiya Sovyetan bû. Jixwe tevî vê yekê sazkirina qeregaheke li Tirkiyeyê ya bi armanca berterafkirina tehdîtên ji Moskovayê tên armanca sereke ya Washingtonê bû.
Kampanyaya dijberiya komunîzmê ku destpêka têkeliyên Tirkiye û Amerîkayê bû, di 50 salên dawîn de hertim bû bingeha têkeliyên van welatan.Tirkiyeya ku bêyî şik û şiphe piştgirvanê Amerîkayê bû, di navbera salên 1950 û 53 yan de ji bo şerê Koreyê leşker şand. Ku di dawiya vî şerî de Kore bû du perçeyan. Bi vê leşker şandinê re jî Tirkiye di sala 1992 an de, ji bo NATOyê weke endam hate qebûl kirin.
Di sala 1955 an de jî Tirkiye bû endamê CENTOyê, ku ev rêxistin xwediyê stratejiya bi îttifaqên herêmî dorpêçkirina Yekitiya Sovyetan bû.Di nava vê rêxistinê de dewletên weke Îran, Pakîstan, Iraq û Brîtanyayê cîh digirt. Bi taybetî li rojhilata navîn ku di salên navbera 1950 û 60 î de dengeyên wê cîhê xwe digirtin, Tirkiye bi Yektiya Dewletên Amerîkayê re di nava hevkariyê de bû. Tirkiye di vê demê de tevî hevkariya Îran, Urdun û Îsraîlê, nehişt ku Yekitiya Sovyetan û welatên ku hingê hevalbendê Sovyetan bûn weke Misir, Iraq û Sûriye li Rojhilata Navîn hêz û bandora xwe bikarbînin. Heta dagerkirina Kibrisê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve, di têkeliyên Washington û Enqereyê de krîzeke ciddî nehatibû jiyîn…

Burhan ERDEM

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.