Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Zewaca bi temenê biçûk pirsgirêk nayê dîtin

20/12/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr pale    

Di nava civakê de hinek buyer diqewimin mîna pirsgirêk nayên dîtin û bertek li hemberî van buyeran ji civakê dernakeve. Mînak keçeke 16 salî hem ducanî bû û hem jî hatiye berdan. Li beramberî vê rewşê eger mirov şoq bimîne, yan lanet li civak û malbata wê bîne dîse ne çareseriye û ew keçik ji wê rewşê nayê rizgar kirin. Dibe ku di nava civakê de hinek hebin bêjin ma ew çarenûsa wê ye û bila bibêje El-Hemdullah, hinek jî wê keçika biçûk sûcdar bikin. Gelo ma wê zarokê biryara xwe bi xwe girtiye ku bi temenekî biçûk bizewicê? Malbatê wê ew di temenê 14 salî de dane zewcandin û civakê jî pîroz kiriye, di vir de kî sûcdar e? Misoger malbat û civak e.

Civak tu carî destûr nade ku insan di temenê biçûk de bibe xwedî îrade û bi xwe çarenûsa xwe diyar bike, bi taybet jin di temenê biçûk de her tim cahil û aqil biçûk e, li gorî zîhniyeta civakê jin nizane xwe biparêze, aqil biçûke, ew nikare biryar ji bo xwe bigre, her tim hinek hene şûna wê bifikirin û biryar bigirin. Hemû keçikên ku malbat wan di temenê biçûk de dizewicîne, wê kî aliyê exlaqî û qanûnî de berpirsyartiya wan rabike? Malbat û civak wan zarokan dixin wê rewşê de û wexta ku pirsgirêk bi wan re çêdibin, kesek berpirsyartiya wan ranake û nabe alîkar, berevajî hinek rêbazên ku navê kevneşopî lê kirine li ser wan zarokan didin meşandin.

Mijara ku ez xeter li ser rewşa civakî dibînim diyardeya zewaca bi temenê biçûk zêde bûye û di encama wê de gelek buyerên ku manewî giranin diqewim in. Rojane pirsgirêkên jin û mêr têne Mala Jin. Kesên ku tên di vê mijarê de li Mala Jin gazinc dikin, ferz dikin ku bi rêbazê berdanê dawî li pirsgirêkê were. Mala Jin jî her hewl dide ku pirsgirêkê çareser bike lê dema ku rêbazê berdanê li ser wan tê ferz kirin ew dozê radikin dadgehê û dadgeh vedigere qanunan da ku pirsgirêkê çareser bike.

Pirsgirêka zewaca bi temenê biçûk ne exlaqî û ne jî zagonî çareser dibe, ji ber civak weke pirsgirêk nabîne. Dema ku malbat keça xwe bi temenekî biçûk dizewicîne kesek wan lome nake, ne jî şerm û guneh tê dîtin. Pirsgirêk hişmendî û exlaqî ye. Malbata ku keçên xwe di temenekî biçûk de dizewicînin jêhatî têne dîtin û li pêşiya civaka xwe pesnê xwe didin. Kesek nayîne bîra wan ku hîna temenê keça wan biçûke yan jî hesab ji wan bixwaze. Pir rehet dikarin bibêjin ku ew bi keçên xwe serbilind in ji ber xwazgîniyên wan zû hatine. Beşdarî dawetê dibin û wan pîroz dikin. Malbatên ku keçên wan zû nezewicin civak li beramberî wan dikeve nava şik û gumanan de û dest bi lêpirsîna exlaqê wan dike. Ji xwe eger keçik nexwîne û temenê wê gihîştibe 20 salî êdî dibêjin ew di malê de maye û nema kesek qîma xwe pê tîne.

Heyanî ku civak di aliyê hişmendî de zewaca bi temenê biçûk asayî bibîne, exlaqî guneh nebîne û zagonî qedexe neke, wê qurbaniyên vê diyardeyê zêde bibin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.