Friday, June 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Em ê rê nedin ku axa me bê dagirkirin

30/07/2018
in Uncategorized
A A
Em ê rê nedin ku axa me bê dagirkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Bi dehan endamên Yekitiya Ciwanên Rojava yên ji bajarê Hesekê li dijî dagirkeriya Tirk meşek lidarxistin û dagirkerî şermezar kirin. Ciwanan diyar kir ku çalakiyên wan heta ku hemû herêmên bakurê Sûriyê û başûrê Kurdistanê ji dagirkeriya tirk werin rizgarkirin wê dewam bike.

Rêxistina Yekitiya Ciwanên Rojava ya Hesekê di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava “Serî Hilde” de bi meşekê êrîşên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê şermezar kirin.
Bi dehan endamên Yekitiya Ciwanên Rojava yên ji bajarê Hesekê tev li meşa ku li Çerxerêya Itfaiyê (agirkujiyê) bûn. Ciwanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Yekitiya Ciwanên Rojava hildan.
Ciwanên ku bê navber dirûşmên li dijî dagirkeriya Tirkiyê berz dikirin, ji çerxerêyê dest bi meşê kir û li kolanên bajarê Hesekê geriyan. Ciwanan bi dirûşmên “Na ji dagirkeriya tirk re, em amade ne ji bo Kurdistanê şer bikin” meşa xwe heta navenda Yekitiya Ciwanên Rojava dewam kirin.
Li vir endamê Yekitiya Ciwanan a Hesekê Sadiq Kobanê axivî û diyar kir ku pêngava wan a “Serî Hilde” wê heta herêmên bakurê Sûriyê û başûrê Kurdistanê ji dagirkeriya tirk werin rizgarkirin, dewam bike.
Paşê li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan Nûjîn Îbrahîm axivî û ev tişt anî ziman: “Bi rihê jinên ciwan em ê serî li hemberî dagirkeriyê hildin, em ê tu carî rê nedin dagirkeriya dewleta tirk ku mafên me binpê bike.”
Ciwanan bi dirûşmên “Bijî berxwedana Efrînê” û “Bimire dagirkerî” çalakiya xwe bi dawî kir…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye
CIVAK Û JIYAN

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye

19/06/2026
Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî
CIVAK Û JIYAN

Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî

19/06/2026
Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir
CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir

18/06/2026
Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû
NÛÇE

Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû

17/06/2026
Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê
CIVAK Û JIYAN

Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê

17/06/2026
MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE
HAJMARA PDF

MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE

17/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.