Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dorpêça hikumeta Şamê ya li ser kantona Efrîn û Şehbayê beşeke dorpêça giştî ye

19/12/2023
in NÛÇE
A A
Dorpêça hikumeta Şamê ya li ser kantona Efrîn û Şehbayê beşeke dorpêça giştî ye
Share on FacebookShare on Twitter

Cîgirê hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku dorpêça hikumeta Şamê ya li ser kantona Efrîn û Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşeke  dorpêça giştî ya li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Hikumeta Şamê dorpêça xwe ya li ser kantona Efrîn û Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê didomîne, di encamê de rewşa jiyanê ya herêmê paş ket û kehrebe ji 23’yê Mijdara borî de qut bûye.

Her wiha di encama dorpêçê de û ji ber tunebûna sotemeniyê û rawestîna veguhastina erebeyan li kantona Efrîn û  Şehbayê, dibistan hatin girtin û pê re bi deh hezaran şagirtên hemû qonaxan ji perwerdehiyê bêpar man.

Cîgirê hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid destnîşan kir ku dorpêça li ser kantona Efrîn û Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşeke siyaseta guhartina demografîiyê ye û ev yek daxwazên hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker e da ku welatiyan neçar bikin ku serî bitewînin û got: “Ev dorpêç beşeke  dorpêça giştî ya li ser herêmên Rêveberiya Xweser e.”

El Ebid der barê deriyê Til Koçer ê di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û Iraqê de wiha axivî: “Me dît ku hikumeta Şamê û bi vetoya Rûsya û Çînê rê li ber derbaskirina alîkariyên mirovî bi rêya deriyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girt û nehişt ew derbasî herêmê bibin û bigihîjin şêniyên herêmê û koçberên tê de.”

El Ebid da zanîn ku siyaseta hikumeta Şamê ya çareseriya leşkerî li şûna çareseriya siyasî ji destpêka kirîza Sûriyeyê de heman siyaset e, armanca wê jî ew e ku gelê Sûriyeyê vegerîne beriya sala 2011’an.

El Ebid helwesta Rêveberiya Xweser ku girîngiyê dide vekirina deriyan û dûrxistina dozên mirovî ji siyasetê û pêkanîna diyalogê li şûna rêbazên leşkerî.

El Ebid destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser ji roja yekemîn de bi rêya navberkaran peyam ji bo hikumeta Şamê û ji bo Neteweyên Yekbûyî (NY) şandin da ku ev dorpêça li ser tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bibe û derî bên vekirin bi taybetî deriyê Til Koçer û noqteyên ewlekariyê yên di navbera herdu aliyan de bên rakirin.

El Ebid di dawiyê de got: “Mixabin aliyek heye li hember alîkariyên ku ji bo gelê Sûriyeyê û koçberên kampan hatine şandin, disekine û rê nade wan. Em bang li NY’ê û rêxistinên mirovî dikin ku li hember deverên dorpêçkirî xwedî li erkên xwe derkevin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.