Rojnameya Ronahî

Îsivê Evdirehman 1962-…

sîpan şînda    

 Hey hey hey hey…. Hey hey heyêê, hey hey heyla dinyayê

De gelî hesabdaran hûnê bi Xwidê kin ka çirî çi çû ye û çi ma yeee

Hesabdarê mezinê dibêje wele çirîya pêşî xilas bûye ho ho hooo,

Hey hey ya paşî sê şêv jê mane hooo

Ser kûpên bilind girtine xwîsigên xunavê hey hayê, hêyêêê….

Dibijinê wele nêrîyûgê kûvî ketîye li ber ezina vê mirinêêê

Xwidêkin, hûnê tifingê ji nêrî bi xelêfin hey mala minêêêê

Bidine tenişta vê bizinêêêê hey hay, heyla dinyayê

 Dema ez zarok, babê min her tim stran, payîzok, lawik, bêlîte li malê, di dawetan de, di nêv dehlê de, di nav dirûnê de, di rê de… digotin. Hema li her derê di stra. Ji ber wê stranên dengbêjîyê gîyanê min geş dikine, xurt dikine, dilê min ter, tama jîyanê li ber dilê min xweştir dikine. Ez hingî guhdarî bêlîte, payîzok, bûlik, xizêmûk, heyranûk û hwd dikime ez jê têr nabime. Serê sibê zû dema ez ji xewê radibim, ez pêşîyê guhdarîya dengêjan dikime. Yek ji van dengêbêjên ji zarokatiya xwe hetanî niha jî ez bi keyf û işq guhdarî dikime jê Îsivê Evdirehman e. Ew hozanê payîzok, heyranûk, bêlîte, stranên şera ye. Dema ew qîr dike payîzokan, mirov diçe dinyayeke din, kulên dilê mirovî hemî tert û bela dibin, derd û xemên mirovî hemî difirin. Min payîzok ji gelek dengbêjan guhdarî kirine, lê belê bandora dengê Îsivî li min kirî, kêm dengan li min kirîye. Dema ew dest bi stranê dike, stran di nav pêlên dengê wî de geş dibe, jîyan dibe, zindî dibe. Pêlên dengê wî eyn mîna bilûrê melûl dibin û hingî ew melûl dibin, stran jî ji nû ve zindî dibe. Ev hunera dengê mejî ye. Dengê mejî qet nakeve, hingî hozan distire, ew her geştir û aztir dibe. Ji xwe taybetîyek ya dengê mejî jê ew e ku stran di gewriya dengbêjî de na xeniqe, li gewriya hozanî de asê namîne, qirika wî na xetime û dengê wî qet nakeve. Têlên dengê mejî zû bi zû nakevine. Mînak Fadilê Cizîrî û Îsivê Evdirehman.

Îsivê Evdirehman di sala 1962 yan de li Mila Mêrgê (Navê Zozanê wa ya), di bin konê reş de çavên xwe vedike li ser dinyayê. Ew ji malbateke koçer e û hetanî 15 salîya xwe şivanî û gavanîyê dike. Piştî wê li gundê Xirabreşkê yê li ser Silopîya dimîne. Paşê jî bavê wî, wî bi jin dike û di salên 1975-76 an de tê li Cizîra Botan bi cih dibe. Ew dibêje min dengbêjî ji dê û babê xwe girt lê belê malbata min hemî dengbêj bûn. Ew hêj di zarokatiya xwe de li ber şivanîyê dest bi dengbêjîyê dike. Di kûçke û dîwanan de, di civatan de, di dawetan de, li çûlê her tim stranan dibêje. Di mal de gelek bandan qeyd dike lê belê banda wî ya herî bi nav û deng di sala 1988 an de li Cizîrê tête tomarkirin. Ew di vê bandê de payîzok, stranên evînîyê û yek jî ya şeran dibêje. Piştî vê bandê dengê wî bilav dibe û ew tê naskirin. Strana xwe ya bi navê Heyla lê Dayê di vê bandê de dibêje. Ew hetanî 2008 an bê veder di strê, lê belê di 2008 an de bi nexweşîyeke giran dikeve û ew ji mirinê difelite. Dibêje xulekek û çil muxdaran rih ji ser min diçe lê dîsa jî ew vedigere li ser jîyanê. Piştî vê nexweşîya giran ew hişê xwe winda dike û tişt êdî nayêne bîra wî. Lê ev du sal in hişê wî ji nûve vedibe û hêdî hêdî tişt têne bîra wî. Wî bi dengbêjên weke Seîdê Kûkel, Cemalê Mihê, Fadilê Cizîrî, Rêzanê Batû, Hemedê Cizîrî û Evdirehmanê Dêrşewî re stran gotine. 7 zarokên wî hene û ew niha jî li Cizîra Botan dijî. Xwidê jîyê te dirêj, hişê te xurt û dengê te aztir bike Îsivê Evdirehman.