Rojnameya Ronahî

Dilsoz û hîmê hunera kurdî Mihemed Arifê Cizîrî

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Mihemed Arifê Cizîrî yek ji Cizîra Botanê yê, di sala 1912’an de ji dayik bûye. Dilsozê huner û sitranbêjiya kurdî ye. Cizîrî nêzî 1200 stran tomarkirine. Herwiha ji zaroktiya xwe ve mijûlî hunera kurd û sitranbêjiyê bûye, di heman demê de deng û awazên wî yên resen heta sala 1986’an li tevahiya Kurdstianê belav bûye.

Mihemed Arifê Cizîrî, hunermendê bi nav û dengxoş di sala 1912’ê zayînî li Cizîra Botan, cihê mêr maqûlên kurdan ji dayik bûye. Hatina Mihemmed Arif di serdema Îmbaratoriya Osmanî, Şerê Cîhanî yê yekem û qirkirina Ermeniyan de çavê xwe li cîhanê vedike û di rewşeke wiha de mezin bûye.

Di wê demê de , di temenê  xwe yê 13 salî de Mihamed Arifî digrin û tînin zîndana Dîyarbekirê. Ji 4 salan zêdetir di zîndanê de dimîne. Lê ji ber ku temenê wî biçûk e ji zindanê tê derxistin. Ew ji 2 saliya xwe û bi vir de tu rehetîyeke ji dil û canê xwe nedîbû. Li ber çavên wî Seyîd Ebdulqadirê kurê Şêx Ubeydullahê Nehrî ku serokê Komeleya Tealî ya Kurdistanê bû, bi kurê xwe û 4 hevalên xwe yên din hatibû bidarvekirin. Herwiha Şêx Seîd û 46 hevalên xwe, li ber çavên Mihemed Arif hatibûn bidarvekirin.

Di zaroktiyê de jî bavê wî di seferbeliya osmanî de tê kuştin û sêwiyê bav dimîne û Cizîrî li ber destê dayîka xwe mezin bûbû. Dîya M.Arifî Edlê Xan, stranbêjeka bi nav û deng ya Cizîra Botan bû,  Edlê Xan bi hevalên xwe re diçû mewlûd, medîhe û şahîyan, Cizîrî jî xwe ji van merasîman bêpar nedihişt û mijûlî aliyê mozîk û dengbêjiyê dibû.

Derketina ji Bakurê Kurdistanê ber bi  Başûrê wê ve

Mihemed Arif, piştî van bûyeran diçe bajarê Dihokê. Li wir dest bi sineta zarokan dike. Dengbêjîya xwe berdewam dike. Piştre ji xwe re xwaringehekî vedike û debara mala xwe pê dike. Di sala 1932’an de bi keçeke colemêrgî re dizewice û 2 zarokên wî çêdibin. Ji sala 1934’an heya sala 1935’an li Bexdayê kasêteke sitranan bi sitranbêja kurd a bi navê Meryem Xan re dadigre. Herwiha di sala 1946’an û 1947’an de, tevî Remezan Cizîrî û çend kesên din komeke olî ava kirine û li Kerkûk, Germîyan û gelek cihên din mewlûd û medîhe di merasîmên olî de xwendine.

Geşedana Hunerî li cem Mihemed Arifê Cizîrî

Cizîrî sazbendê tembûra xwe bû gelekî şarezabû di lêdana tebûrê de, bi 10’an sitran bi degê xwe yê çiyayî li ser welat, xwezaya Kurdistanê, hezkirin, foloklora kurdî û hwd… vegotine. Herwiha Cizîrî li gel zimanê kurdî bi zimanê erebî û tirkî jî sitran digotin. Di sala 1949’an de Cizîrî diçe radyoya Bexdayê û di beşa Kurdî de stranan dibêje û tomar dike û di sala 1961’ê de, bi Hesenê Cizîrî û Îlyas Hacî re diçe radyoya Kirmanşahê ya ku dikeve Rojhilatê Kurdistanê. Li Kirmanşahê seredana hozan Hesen Zîrek dike û bi hev re stranan tomar dikin. Bi tembûra xwe tevlî stranên Hesen Zîrek dibe. Di sala 1966’an de li ser daxwazîya Asûrîyan diçe Kiweytê û li wir bi dengbêjên ereb re çend konseran dide. Piştre di sala 1968’an de diçe Qamişlo li wir jî konserekê çêdike, kurd û ermenî beşdarî vê konserê dibin, her yek ji wan pêkhateyan dixwazin wî bixin mêvanê xwe. Di sala 1973’yan de diçe Libnanê û li wir dibe mêvanê Seîd Yusifî û di konseran de stranan dibêje.

Heya koça dawiyê bi hunerê ve girêdayî bû

Di Newroza sala 1970’î de bi rêvebiriya radyo û televisyona Bexdayê re, bi Elî Merdan, Teyar Tewfîq, Hesen Cizrawî û hwd re diçe Newroza Kerkûkê, Silêmanî û Hewlêrê û gel wan bi germî pêşîwazî dike. Di sala 1979’an de diçe Hecê. Lê piştî ku ji hecê vedgere, dev ji tembûr û hunera xwe bernade. Di van salan de, Eyşeşan diçe Dihokê û bi hev re gelek strana tomar dikin. Di sala 1986’an de bi sedema nexweşiya şekir li Dihokê diçe ser dilovanîya xweda û li goristana Şêxika ya li Dihokê tê oxirkirin.

Berhemên ku ji guhdaran re hiştin:

Mihemed Arif Cizîrî nêzî 1200 stran tomar kirine weke Xirabû, Swaro, Pismamo, Yardilo, Ez Xezal im, Bêrîvanê, Befr barî, Babê Fexrê, Hesenîko, Koçerê, Gulê Mehromê, Şevên Nîsana, Diyarbekir, Çiyayê Kurdistanê û hwd… Hêjayî gotinê ye ku gelek hunermend û dengbêjên kurd bi şêwazên xwe sitranên Mihemed Arifê Cizîrî vegotine.