Rojnameya Ronahî

Bi demsala zivistanê re rewşa koçberên kampê zehmet dibe

Ronaz Silêman/Qamişlo

Berpirsê Têkiliyan yên Kampan Newroz Nedîm Omer diyar kir ku piştî dagirkirina Serêkaniyê(Waşûkanî) û Girê Sipî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, koçberên ku bi darê zorê ji cih û warê xwe hatin derxistin û li kampan hatine bicihkirin di nava zor û zehmetiyên giran de dijîn û ji bona ku li warê xwe vegerin liberxwedidin.

Dema ku dewleta Tirk a dagirker di 9`ê Cotmeha 2019`an êrişî ser bajarê Serê Kaniyê (WaşûKanî) û Girê Spî kir, bû sedema koçberiya sivîlan û derxistina wan ji bajarên wan. Dewleta Tirk a dagirker, bi hezaran malbatên Serê Kaniyê (Waşûkanî) û Girê Spî, neçar kirin ku mal û milkên xwe li bişt xwe bihêlin. Herwiha ji bo bicihkirina van koçberan Rêveberiya Xweser kamp dan avakirin, lê ji ber kampa Serê Kaniyê(Waşûkanî) cih lê nema, Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, koçberên van bajaran li Kampa Newroz ya dikeve nêzî bajarê Dêrikê bi cî kirin.

Kampan Newroz di sala 2014`an de hat avakirin, wê demê, dema ku çeteyên DAIŞ`ê êrişî Şingalê kirin û şervanên YPG`ê kirîdor di navber Rojava û Şengalê de vekirin û Êzîdî ji komkujiyê xelas kirin. Di Kampa Newroz de heta sala 2019`an de Êzîdî lê hatibûn bi cih kirin. Piştî Şengal ji aliyê YPG û YPJ`ê ve hat rizgarkirin, Êzidî vegeriyan warê xwe. Herwiha piştî vegera Êzîdiyan ji bona Şengalê, Kampa Newroz 3 mehan vala ma, wê demê Rêveberiya Xweser dixwest vê kampê bike cihekî ku gel jê sûdê bigre, lê mixabin piştî ku dewleta Tirk a dagirker êrîşî bajarê Serê Kaniyê(Waşûkanî) û Girê Sipî kir, milet careke din penaber bû û kampa WaşûKanî ji penaberên Waşûkaniyê hatin dagirtin, cih ji hin malbatan re nema. Ji bo wê hin malbatên Serêkaniyê (Waşûkanî) û Girê Sipî di kampa Newroz de hatin bi cih kirin. Ji wê demê de welatiyên van bajaran li vê Kampê jiyan dikin.

Di derbarê Kampa Newroz de Berpirsê Têkiliyan yên Kampan Newroz Nedîm Omer û di heman çarcoveyê de koçberên bi navê Neda Hesen û Yisra Mixlif ji rojnama me re axivîn.

Koçbera ji gundewarên bajarê Til Temirê Neda Hesen diyar kir ku bi hatina demsala zivistanê re ew zehmetiyan dibînin û wiha got: “Em di malbatê de 6 kesin, ev 2 sal û nîve em li kampa Newroz niştecih bûn e. Mixabin bi hatina zivistanê re gelek kon xerabûn. Koçber di demsala zivistanê de rewşeke zihmet jiyan dikin, gelek zarok ji ber sermayê nexweş dikevin, ka wijdanê mirovahiyê. Pêwîst e her kes alîkarî û girîngiyê bidin koçberan û bêdengiya xwe bişkînin. Rêxistinên Mirovî li gorî berjewendiyên dewletan tev digerin, ji bo vê sedemê erkên xwe pêknayînin. Rêveberiya Xweser di bin barekî gelekî giran de ye. Bi hemû derfetên xwe bi me re dibin alîkar. Lê dagirkeriya tirk dixwaze bi êrîşan xwe rêveberiya Xweser têk bibe, da ku ji gel re bêjin rêveberî nikare alîkariya we bikin. Lê em baş dizanin çi li derdora me dibe, em nayên xapandin. Rêveberiya Xweser xwedî li parastin û bicihkirina me derket, ne rêxistinên mafên mirovan, tenê bi axaftinê dibêjin em mafên mirovan diparêzin.”

‘Rêxistinên Mafê Mirovan erkên xwe yên mirovî pêk nayînin’

Di heman mijarê de welatiya bi navê Yisra Mixlif ya bajarê Serê Kaniyê da zanîn ku Rêxistinên Mafê Mirovan bi Kampê re li gorî tê xwestin alîkariyê pêşkêş nake û wiha domand: “Bi dagirkirina Serê Kaniyê, ya ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat dagirkirin, bû sedema derxistina welatiyan bi darê zorê ji mal û warên wan. Lê daxwaza me ew e, ku em vegerin ser warê xwe. Niha bi hatina demsala zivistanê re zehmetiya sereke ku em dikşînin ew e ku hîn mazot li me nehatiye belavkirin û zarok ji ber sermayê nexweş dikevin, heyva Sor jî di her malbatekê keskî tenê derman dike. Ji xwe rêxistinên mirovî li me xwedî dernakevin, lê ji bona me ya herî giring ew e, ku em li berxwebidin û vegerin ser war û cihê xwe û wê gave em ê, ji tunebûnê hebûnê avabikin.”

 Di Kampa Newroz de hezar û 20 malbat lê jiyan dikin

Di heman çarcoveyê de Berpirsê Têkiliyan yên Kampan Newroz Nedîm Omer diyar kir ku piştî dagirkirina bajarê Serêkaniyê (Waşûkanî) û Girê Sipê bi hezaran malbat neçar bûn koçber bibin û wiha got: “Dema ku bajarê SerêKaniyê (Waşûkanî) û Girê Sipî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat dagirkirin, bi hezaran malbatên van bajaran neçar bûn dev ji mal û warên xwe berdin. Ji bo wê di kampa Waşûkanî û Newroz de bi cih bûn. Ji xwe niha jî hejmara malbatên ku di kampa Newroz de jiyan dikin, hezar û 20 malbatin, 5 hezar û 663 kes, ev malbat jî ji Serê kaniyê (WaşûKanî), Girê Sipî, Zirgan û gundewarên Tiltemirê yên di xeta şer de ne. Herwiha hin malbatên Efrînî yên ku li Waşûkaniyê bicih bibûn, lê mixabin piştî dagirkirin Waşûkanî û Girê Sipî careke din penaberî kampa Newroz bûn. Hejmara konan jî hezar û 198 konin. Herwiha heger malbatek zêdeyî 8 kesan be di 2 konan bi cih dibin. Ji xwe Kampa Newroz rewşa wê ji aliyê Netewên Yekbûyî ve tê şopandin, lê mixabin heta niha jî zêde girîngî ji bona kampê nehatiye dayîn. Lê li gorî dîtinê kampa Hol û Roj bêtir girîngî jêre tê dayîn.

Rêxistinên cîhanî girîngiyê nadin rewşa Kampa Newroz

Nedîm Omer di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku Rêxistinên di kampa Newroz de xebatê dikin zêde girîngiyê nadin rewşa kampê û wiha got: “Rêxistinên di Kampa Newroz de kar û xebatê dikin, zêde girîngiyê nadin rewşa Kampê û peydakirin pêdiviyên Kampê, kêmasiyên welatiyan her hene. Ji xwe Heyva Sor a Kurd jî li vir heye, di aliyê tenduristî de li gorî derfetên xwe mijol dibe, ambolansên wan yên rewşên awerte jî, bi şev û roj di xizmetê de ye û dema rewşên awerte derdikevin, wan rê dikin nexweşxaneyên bajarê Dêrik û Qamişlo. Rêxistinên Cîhanî jî di kampê de xizmetê dikin. Dibistan jî ji refa 1 heyanî 6 heye, lê tu rêxistin piştgirya dibistan û şagirtên di hundirê Kampê de nakin, ji xwe Rêveberiya Xweser niha hewl dide refên din jî vekin. Di heman demê de alîkariyên ku li malbatan têne belavkirin nan, pakîtên xwarin û paqijiyê jî mehane tên belavkirin. Niha jî bi derbasbûna zivistanî re wê sobe û gaz di dema pêş de bêne belavkirin.”

Bi derbasbûna zivistanî re koçberên kampê rasî astengiyan tên

Berpirsê Têkiliyan yên Kampan Newroz Nedîm Omer axaftina xwe wiha qedan: “Dema ku kamp hate avakirin, hejmara konan li gorî miletên Êzîdî hatin avakirin, lê îsal me dest bi berfirehkirina kampê kir û cihên xwarinê jî hatin avakirin. Lê zêdeyî 150 konên ku malbatên koçber têde dimînin jêrzemînê wan tuneye, ji bona wê yekê jî di demsala zivistanê de zehmetiyan dikşînin û av derbasî konên wan dibin. Rêveberiya Kampê jî tiştê jê tê xwestin dike. Di kampê de jî komîn, cihê ciwanan, Meclis û Mala jinê jî heye û di warê rêxistinî de jî kar û xebata nava kampê tê meşandin. Herwiha astengiyên ku penaber rastî wê tên gelekin. Bi taybet jî niha em derbasî zivistanê dibin, lê heta niha jî gaz û cilên zivistanê li koçberan nehatiye belavkirin. Bangewaziya me ji rêxistinên mirovî ew e ku alîkariya welatiyên di hindirê kampan de dimînin bikin û erkên ku dikevin ser mile wan pêkbînin. Herwiha pêwîste hemû saziyên mafê mirovan û cîhan tevahî ji êrişên dagikeriya tirk û kiryarên wê yên dijmirovî re bêjin êdî bes e. Pêwîste ku dawiya dagirkeriya tirk ji axa Sûriyê re were û welatiyên Sûrî hemû vegerin ser war û axa xwe.”